Ligel bertekan dîsa li ser hewzeya Ava Asiyê Santrala Enerjiyê ya Biyokutle çêdikin

img

HATAY - Her çend bûbe cihê bertekên mezin, Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê dîsa jî bi ya xwe kir û ji bo Santrala Enerjiyê ya Biyokutleyê û navendên depokirina çopan, xebatên xwe yên li ser Hewzeya Ava Asiyê didomîne. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê, li texma Taxa Harbiye ya navçeya Defne ya Hatayê, li ser hewzeya Ava Asiyê Santrala Enerjiyê ya Biyokutleyê û navendên depokirina çopê çêdike. Santral li qadeke 3 hezar û 500 donimî tê çêkirin. Her çend bûbe cihê bertekên mezin jî şaredariyê xxebatên xwe dan lezandin.
 
Fîrmaya TEMS'ê projeya vê santralê çêkiriye. Tevî hemû bertekan jî Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin piştî hilbijartina 31'ê Adarê qada depokirina çopê diyar kir. Proje ewilî ji bo 3 hezar û 500 donimî heatibû diyarkirin, lê belê ji ber bertekên welatiyan qadeke 2 hezar donimî hat diyarkirin. 
 
PROJE YA ŞAREDARIYÊ YE 
 
Piştî plansaziya bajêr hat diyarkirin, bi îmzeya Şaredar Lutfu Savaş li rawestgehên otobêsan û li hin deverên bajêr li ser panoyên reklamê afîşên lis er "Santrala Enerjiyê ya Biyokutle tê Hatayê" hatin daliqandin. Ekolojîst, diyar dikin ku ev proje ji bo Hatayê felaket e û dixwazin proje bê rawestandin. 
 
Hat hînbûn ku maliyeta vê projeya ku dê li ser Ava Asiyê bê çêkirin 16 milyon dolar e û tê diyarkirin wexta proje pêk bê wê di nav 4 salan de xwe amortî bike. Lê belê pirsporên vê qadê, bilêv dikin ku zirara ku wê bide xwezayê ji qezenca wê bêtir e û qezenc bi dest bikeve jî wê ji Şaredar Lutfu Savaş ûa lîgirên wî re biçe. Pispor, destnîşan dikin ku wê ev proje tenê xwezayeke qirêjî û nexweşînan bide gelê Hatayê. 
 
Parêzer Suphî Zarîf û Parêzer Alî Habîp ku li cihê projeyêe rdê wan heye, daxwaznameyek ji şaredariyê re nivîsandin û xwestin proje bê betalkirin. 
Lê belê Zarîf, diyar kir ku divê şaredarî di nav 60 rojî de daxwaznameya wan bibersivîne, lê belê 40 roj derbas bûne hîn jî nebersivandiye. Zarîf, bilêv kir ku piştî 60 roj derbas bibin û bersiv neyê ew ê serî li dadgeha îdareyê bidin. 
 
'EM Ê NEHÊLIN'
 
Ji rayedarmn Înîsyatîfa Gel a Defneyê Hulya Kavûk jî destnîşan kir ku ji bo santrala enerjiyê neyê çêkirin ew ê tev bigerin. Kavûk, diyar kir ku ev proje wê hem zirarê bide xwezayê hem jî tenduristiya mirovan. Kavûk, bilêv kir ku di vî warî de ji bo ew gelê herêmê serwxt bikin tev digerin lê belê ew nehêlin ev proje pêk bê. 
 
MA / Erdogan Alayumat