‘Pirsgirêka derdorê tuneye, pirsgirêka mirovan heye’

img

AMED - Prof. Dr. Selçûk Ertekîn, diyar kir ku mirov xwezayê texrîp dikin û got: “Ev jî, dibe sedem ku pergala xwezayî xera bibe. A rastî pirsgirêka derdorê tune ye, pirsgirêka mirovan heye. Divê hemû kes, sazî û dezgeh erka dikeve ser milê wan bicih bînin.” 

 
Prof. Dr. A. Selçûk Ertekîn ê ji Zanîngeha Dîcle emekdar bû, derbarê guhertina nebatên xwezayê yên ji ber faktorên beşerî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Ertekîn, diyar kir ku xebatên mirovan ên li ser nebatan, texrîbatek mezin dide avakirin. Ertekîn bal kişand ser erdnîgariya Amedê û wiha axivî: “Herêm bi newayên çolê sergirtiye. Ji ber fikarên civakî yan jî aborî van çolan dikin qadên çandiniyê. Ev ji bo newayan talûkeyek mezin dide avakirin. Xebatên mirovan û guhertinên xwezayî yên avhewayê jî newayên cuda bandor dike. Di roja me ya îro de êdî newayên endemîk nayên dîtin.”
 
‘DIVÊ NÊZÎKATIYÊN EKOLOJÎK BÊN PÊŞXISTIN’
 
Ertekîn, anî ziman ku peyzajên bajêr ji aliyê pîşeyên avahîsaziyê ve hatin çêkirin û wiha got: “Lê pîşeyênn avahîsaziyê xwezayê nas nakin. Li welatên pêşketî, li gorî pêdivî û pirsgirêkên bajaran peyzaj tên çêkirin. Ango nêzîkatiyek ekolojîk tê pêşxistin. Divê jiyana kovî û xwezayî bê parastin. Li şûna ku Çemê Dîcle restore bikin, bila peyzajek li gorî xwezayê ava bikin. Divê hemû xebatên mirovan ên li ser Çemê Dîcle bên rakirin. Mirov çiqasê kêm bikevin wê derê, dê ewqas newayên xwezayê zêde bibin.”  
 
‘DIVÊ DESTÊ MIROVAN PÊ NEKEVE’
 
Ertekîn, da zanîn ku Geliyê Dîcle, pergaleke çeme û wiha bilêv kir: “Yekgirtineke wê ya pergala xwezayî heye. Dema ku mirov wê bilîze, dê bi demê re bêhn bide. Di Çemê Dîcle de nêzî 35 newayên masiyan hene. Divê  destê mirovan pê nekeve.”
 
‘LAZIME KU EM TERZÊ JIYANA XWE BIGUHERÎN IN’
 
Ertekîn, bal kişand ser şewatên daristanan jî û wiha bilêv kir: “Îro daristan tên şewitandin. Gel zindî dinava van daristanan de dimirin. Şewatên daristanan karesatek mezine. Şewata axê, tê wê wateyê ku salên dûr û dirêj ber nede. Evê bibin sedama erozyon û her ku biçe dê çolbûn dest pê bike. Êdî dem dema wê ye ku tiştek bê kirin. Ger em bi hevre bikin, emê bi ser bixin. Divê hemû kes, sazî û dezgeh gav bavêjin. Lazimek ku êdî em şêweyê jiyana xwe bi guherînin. Pirsgirêka derdorê tuneye, pirsgirêka mirovan heye.”  
 
MA / Omer Akin