'Divê li cotkarên ku pirêzeyê dişewitîne herî kêm 2 sal cezayê nedestekkirinê bê birîn'

img

DÎLOK – Serokê Odeya Çandiniyê ya Şehîtkamîlê Cûma Yîgît, bal kişand ser şewitandina pirêzeyan û diyar kir ku piştî qesela mayî di wesfa gubre de ye. Yîgît, destnîşan kir ku divê cotkarên agir bi pirêzeyan dixin bên cezakirin û ji bo vê 2 salan destekê nedin wan. 

Bi hatine dema çinîna zad re gelek cotkar piştî çinînê agir berdidin pirêzeyan. Şewitandina pirêzeyan hem berdariya axê kêm dike hem jî gelek giyanewerin li ser axê û nav axê dikuje. Serokê Odeya Çandiniyê ya Şehîtkamîl a Dîlokê Cûma Yîgît, diyar kir ku divê li cotkarên pirêzeyan dişewitînin du sal cezayê nedestekkirinê bê birîn. 
 
Yîgît, diyar kir ku ew tim ji cotkaran re dibêjin pirêzeyan neşewitînin, zirarê dide axê û got: "Lê heta em cezayê pereyî li cotkaran nebirin wê dev ji şewitandina priêzeyan bernedin." 
 
QESEL DIBE GUBRE 
 
Yîgît, destnîşan kir ku şewitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî zirarê dide giyaneweran û bi vî awayî ekosîstem xirab dibe. Yîgît, bilêv kir ku her sal ew di vî warî de perwerdehiyê didin cotkaran lê belê dîsa jî cotkar pirêzeyan dişewitînin. Yîgît, anî ziman ku cotkar nezanîbûyîn tev digerin û got: "Min Polonya jî dît. Cotkarên li wir genim çinîne û li ser misir çandine. Qesela ji ber genim mayî bifêde ye. Cotkar dibê qey zirar e, lê belê ne wisa ye bifêde ye. Heta em cezayê pereyî li cotkarên ku pirêzeyê dişewitînin nebirin wê tim pirêzeyan bişewitînin. Piştî bera ewil demildest bera duyem biçîne, wê tu zirarê nebîne. Piştî demekê ew qesle bi bi mezinbûna bera din re dibe gubre. Cotkarên me dibêjin bila erd paqij be û ji bo vê pirzeyê dişewitîne. Ev ne tiştekî bimantiq e. Divê cotkarên pirêzeyê dişewitînin an neyên destekkirin an jî cezayê pereyî li wan bê birîn." 
 
Yîgît, diyar kir ku ji bo vê jî divê midûriyetên çandiniyê yên navçe û bajaran cotkarên pirêzeyan dişewitînin tespît bikin û ceza li wan bibirin û got: "Divê li wan 2 an jî 3 salan cezayê nedestekkirin bê birîn. Hûn ê bibînin ew cotkar hew pirêzeyan dişewitîne." 
 
Herî dawî Yîgît, bilêv kir ku şewitandina pirêzeyan berdariya axê kêm dike û got: "Cotkarên me qîmeta axê nizanin. Niha em ji wan re ibêjin, lê piştî çend salan şûnde wexta dît berdariya axa wî kêm bûye wê çaxxê wê fêm bike."