Şilêrên Dersimê

img

DERSIM – Li Dêrsimê ku bi nebatan deşt û zozanên xemilîne, şilêr bedewî û xweşikbûneke bêhempa lê bar dikin. 

Dêrsim ku bi floraya xwe ya nebatî tê naskirin, bi xwezaya xwe mirov heyr û hijmetkar dihêle. Xwezaya wê ku di her demsalê de xwedî bedewiyeke cuda ye, di bihar û havînan de bi benat, gul û kulîlkên cuda dixemile. Li gorî lêkolînên zanyariyî, li Tirkiyeyê zêdetirî 13 hezar nebat hene û ji evana zêdetirî 3 hezar jê nebatên endemîk in. Li floraya Dêrsimê jî hezar û 600 nebat hene û ji evana 293 jê nebatên endemîk in. 
 
Guldexwînên ango şilêrên ku li quntarên çiyayê Dersimê şîn tên, bi bedewiya xwe rengekî cuda li xwezaya bajêr bar dikin. Şilêr  ku di meha Adar û Nîsanê de şîn tên, di dawiya meha Hezîranê de jî diçilmisin. Niha êdî wexta wan a xatirxwestinê hatiye û hêdî hêdî diçilmisin. 
 
Xwezahez Haydar Çetînkaya bal kişand ser girîngî û wateya guldexûnan, diyar kir ku li xwezaya Dersimê guldexûn yek ji nebatên ku pir nayên dîtin. Çetînkaya, anî ziman ku li herêmê guldexûn wekî "kulîlka huznê" jî tên binavkirin û li gelek bajarên herêmê jî şîn tên. 
 
‘DIVÊ BÊN PARASTIN' 
 
Çetînkaya, anî ziman ku guldexûnek nêzî 7 gulan vedike û di baweriya elewîtî û xrîtiyaniyê de kulîlkeke pîroz e. Çetînkaya, bilêv kir ku guldexûn li ber tunebûnê ne û divê bên parastin. 
 
MA / Semra Turan