‘Erka Wezareta Derdorê parastina Sûran e'

img

AMED - Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin, têkildarî bêxwedîhiştina Sûrê û ji bo Prejeya Qada Rekreasyonê ya Çiyayê Kiriklar a Geliyê Dicle bê rawestandin, bang li Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê kir û wiha got: “Erka van saziyan ne ewe ku zerarê bidin nirxên me yên çandî û xwezayî. Erka wan ewe ku Bircên wekî Ben û Senê biparêze. Sûra biparêze ye." 

 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildardî bêxwedîhiştina Sûrên Amedê û hilweşandina wan li Odeya Avahîsazan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de nûnerên hevparên Platformê û nûnerên komeleyên civakî amade bûn. Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê  Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin, têkildarî bêxwedîhiştina Sûrê û ji bo Prejeya Qada Rekreasyonê ya Çiyayê Kiriklar a Geliyê Dicle bê rawestandin, bang li Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê kir û wiha got: “Erka van saziyan ne ewe ku zerarê bidin nirxên me yên çandî û xwezayî. Erka wan ewe ku Bircên wekî Ben û Senê biparêze. Sûra biparêze ye." 
 
Aydin, diyar kir ku Sûrên Amedê û Baxçeyê Hewselê di sala 2015'an de ji aliyê Unesco ve wekî mîrateya Çandê ya Cîhanê hatiye qebûlkirin û wiha got: "Di çileya 2014’an de Wezareta Bajarvanî û Derdorê beşek Baxçeyê Hewselê ku qada çandiniyê ye tarîfeya wê guhert û ji îmarê re vekir. Li ser vê yekê destûr da avakirina tesîsên civakî, mizgeft û îmhalatên avahiyên cuda û rê li pêş mudaxaleya xwezaya Çiyayê Kiriklar û Baxçeyê Hewselê vekir. 
Li welatê me ji ber ku hikûq dereng bi encam dibe û dereng biryar tên girtin, gelek sûcên pêk hatine bê ceza tên hiştin. Di çarçoveya Projeya Geliyê Dicleyê  bi “Prejeya Qada Rekreasyonê ya Çiyayê Kiriklar a Geliyê Dicle" Xwezaya Keleha Amedê, Baxçeyên Hewselê, qada peyzaja çandî rastî talankirinê hatiye. Ji bo ev proje betal bibe Odeya Plansaziya Bajar a Amedê, di sala 2017'an de doz vekir. Ev doz di çileya 2019'an de bi encam bû û biryar hat stendin. Li gorî vê birayê; Ji ber Keleha Amedê û Baxçeyên Hevselê bi plana qada peyjaza çandî re dikeve nava nakokiyê û ev proje qada xwezayî weran dike hatiye betalkirin. Lê ji ber ku ev proje ketiye meriyetê û bi dawî bûye êdî di qada pratîk de tişte nayê kirin. Ji bo proje betal bibe pevajoya heqûqî dest pê kiriye. Lê ji niha û şûnde ev biryar ji bo careke din li ser Geliyê Dicle û Baxçeyên Hewselê projeyên din neyên amadekirin biryarek erenî ye. Çawa ku ev proje hat betalkirin divê bi heman rengî Baxçeyê Milet ku ji Fiskaya dest pê kiriye heta Deriyê Mêrdîn berdewam dike jî bê betalkirin. 
 
AYDIN: EM BI HEVRE NIRXÊN ÇANDÎ Û XWEZAYÎ BIPARÊZIN
 
Aydin, bang li Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê kir û wiha got: “Erka van saziyan ne ewe ku zerarê bidin nirxên me yên çandî û xwezayî. Erka wan ewe ku Bircên wekî Ben û Senê biparêze. Sûra biparêze ye."  Aydin, heri dawî bang li UNESCO, Wezareta Bajarvanî û Derdorê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê û cemaweriyê kir û xwest hemû bi hevre li nirxên dîrokî û çanda xwezayî xwedî derkevin.