Li Heskîfê ‘pira veguhestinê’ celebê masiyan tehdît dike

img

ÊLIH – Li Heskîfê pira ji bo veguhestina berhemên dîrokî hat ava kirin, dibe sedemê rê girtina koçkirina masiyan. Tevî ku qedexe ye jî masîvan li ber lingê pire masiyan digirin. Şêniyên navçeyê bertek nîşanî girtina masiyan bi vê rêbazê da. 

Bi Bendava Ilisu dixwazin Navçeya Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salan di bin avê de dê bê hiştin. Li Heskîfê hilweşandin û talankirina cih û warên dîrokî didome. Gelek berhemên dîrokî ji Heskîfa vediguhezînin cihê nû ji aliyê TOKÎ’yê ve ji bo Heskîfê hatiye çêkirin. Ji bo veguhestinê pirek hat avakirin. Ev pir ji bo masiyan astengî derdixe û masî di Çemê Dîcleyê de asê man. Ji ber demsala koçkirina Masiyên Şah ji ber vê astengiyê neçar dimînin bi berevajiyê herikîna avê re koç bikin. Masî ji ber lingên pirê cihê dixwazin lê bi hewin lê nikarin bihewin. 
 
Bi rojane masiyên di bin lingê pire de bi talûkeya jiyanî re rû bi rû mane. Tevî ku masîgirtin qedexeye jî lê hin welatî guh nadin vê qedexeyê û bi torê masiyan digirin. 
 
DÎTIN KU KAMERA WAN DIKIŞÎNE TORÊN DAN HEV Û ÇÛN 
 
Têkildarî mijarê dema me li Heskîfê dîmen dikişand ew kesên masiyan digirtin ketin ber objektîfa me. Kesên dîtin em dîmenan dikişînin, torên xwe ji avê derxistin û ev kesên hêwirze bûn masiyên girtin berdan nava avê û torên xwe kom kirin û ji qeraxê çem veqetiyan. Li gorî dîmenên di destê me de kasayên kamyonan tije masî hatine kirin û ev jî talûkeya masiyan radixe ber çavan. 
 
Tevî ku ev tişt diqewimin jî rayedaran heta niha tu tedbîr negirtine û mijarê piştguh dikin. Em bi telefonê li Miduriyeta Çandiniyê ya Heskîfê geriyan û got têkildarî mijarê hêzên ewlehiyê tedbîrê digirin. Rayedaran got heke ev kes bên desteserkirin jî tenê cezayê pereyan li wan dibirin û wan berdidin. Rayedaran got ew ji ber lingên pirê ku zerarê dide masiyan nikarin tiştekî bikin. 
 
HESKÎFÎ BI BERTEK IN 
 
Ji şêniyên Heskîfê Suleyman Agalbay anî ziman ku masiyên rastî astengiya lingên pirê tên bi tunebûna celeb re rû bi rû dimînin û got: “Ev pir ji bo veguhestina berhemên dîrokî hat çêkirin. Zerarê dide xwezayê. Ev pir nayê qebûlkirin. Bi salan min masîvaniyê li vir kir. Ev masî tên ku hêk bikin. Heke ji bo van masiyan tedbîr neyê girtin wê xweza zerarek mezin bibîne. Ev du roj in ez li rayedaran digerim, lê hêj tedbîr negirtine. Masî kom bi kom di çem de hene. Însan bi torên tiroviro tên masiyan digirin. Nahêlin ku masî hêk bikin û zêde bibin. Ev hovîtî ye. Li ber zêdebûna masiyan dibin asteng. Em ê wisa li xwezaya xwe derkevin? Divê ev xefika li pêşiya masiyan bê rakirin û masî bên parastin.” 
 
‘CELEBÊ GELLEK MASIYAN WINDA BÛN’ 
 
Ji masîvanê Heskîfê Mehmet Alî Biçakçi jî destnîşan kir ku di serdemek qedexe de însan tên masiyan digirin û got: “Tu tedbîr nayê girtin. Ji ber bendav û pirê rê li ber koçkirina masiyan hatiye girtin. Li Heskîfê celebê gelek masiyan tune bû.” 
 
'BERIYA BENDAVÊ XWEZAYÊ QEDANDIN’ 
 
Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ridvan Ayhan jî da zanîn ku Bendava Ilisu ji bilî mirinê tu tişek din nayne û got: “Di dema koçkirin û zêdebûna masiyan de kes nikare biçe masiyan bigire. Ev nayê qebûlkirin. Divê demildest rayedar tedbîran bigirin. Bêyî bendav bi dawî bibe xwezayê qedandin. Ev pira hat çêkirin zerarek mezin dide Heskîfê. Lazim e tavilê ev pir bê rakirin.” 
 
Li gel ev hemû rewşa neyînî diqewime jî karakol 500 mîtro dûrî cihê masî lê tên girtin e jî ancak balkêşe ku tu tedbîran nagire. 
 
MA / Metîn Yoksu