Dixwazin bi Santrala Enerjiya Biyokutle Çemê Asî tune bikin

img

HATAY - Şîrketa Hilberîna Ceryanê ya TEMS Biyoenerjî dixwaze li ser ava Çemê Asî ya li qada 3 hezar û 500 donim Santrala Enerjiyê ya Biyokutle çê bike. Tê payîn ku bi çêkirina vê santralê re hemû avên derdorê biçikin û qirêj bibin. 

 
Li Taxa Harbiye ya Navçeya Defneya Hatayê Şîrketa Hilberîna Ceryanê ya TEMS Biyoenerjî dixwaze li ser ava Çemê Asî ya  li qada 3 hezar û 500 donim Santrala Enerjiyê ya Biyokutle û qada depokirina çopê çê bike. Salek berê projeya li vir hat çêkirin. Tê payîn dema ev santral û depo çê bibe dê bibe sedemê ziwakirina Hevza Avê ya Asî û ava bimîne jî dê qirêj bibe. 
 
Tê gotin ku 16 milyon dolar li ser vê projeyê biçe hatiye amadekirin. Ev şirket di sibata 2018'an de hatiye avakirin û avakirina wê di hejmara 9527'an a Rojnameya Sicîla Bazirganiyê ya Tirkiyeyê de hat weşandin. Tê dîtin ku ev şirket bi 19 milyon TL hatiye avakirin. Tevî ku şirket hatiye avakirin jî ofîsa wê nîne. 
 
Welatiyên li vê herêma dê proje bê çêkirin cotkariyê dikin bertek nîşanî projeyê didin. Bi çêkirina vê projeyê re dê zerarek mezin bide cûreyên nebatan û jiyana hemû zindiyan. 
 
Eraziyên li vê qada dê santral lê bê çêkirin her saziyek dewletê qismek wan heye û hinek jî yê welatiyan e. Saziyên dewletê eraziyên xwe dewrî Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê kirin. Bihayê eraziyên welatiyan jî ji sedî 90 qîmeta xwe winda kir û erzan tê firotin. 
 
DSÎ DESTÛR NEDA Û ENQEREYÊ XISTIN DEWRÊ 
 
Hat zanîn ku rayedarên Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) destûra çêkirina projeyê nedane rayedarên şirketê û li ser vê yekê rayedarên şirketê çûne Enqereyê û bi rayedarên Wezareta Bajarvanî û Derdorê re hevdîtin pêk anîne û dosyeya têkildarî vê projeyê dane rayedarên wezaretê. 
 
WALÎTIYÊ PROJEYÊ ERÊ KIR 
 
Piştî hevdîtina li Enqereyê ya bi wezaretê re Walîtiya Hatayê biryara "Hewcehî bi Rapora Nirxandina Derdorê (ÇED) nîne" daye û li ser vê biryara Walîtiyê DSÎ ji nava meseleyê derket. 
 
MECLÎSA ŞAREDARIYÊ DÊ BIRYAR BIDE 
 
Piştî vê biryara Walîtiyê, lazim e Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin biryara çêkirina projeyê bide û li bendê ye meclîs biryarê bide. Tê payîn biryara ji bo projeyê Meclîsa Şaredariyê piştî hilbijartina xwecihî bide. 
 
‘WÊ QADÊN JIYANÊ TUNE BIKE' 
 
Parêzer Suphî Zarîf ê eraziyê wî li qada tê xwestin proje bê çêkirin diyar kir ku heke proje xelas bibe dê derdora erdnîgarî ya herêmê bê guhertin û hemû xweza ji ber vê yekê qirêj bibe. Zarîf anî ziman ku proje dê bi xwe re rûxandinek xwezayê bîne û dê bibe sedemê tunekirina hemû qadên jiyana li herêmê. Zarîf got li cihê proje tê xwestin bê çêkirin li cihê ava Sûlava Harbiyeyê ye û bi çêkirina fabrîkayê re ava vexwarina Harbiye û Antakyayê tune bibe û hemû ava derdorê dê qirêj bibe. 
 
‘WÊ QANSÊRÊ BI XWE RE BÎNE' 
 
Zarîf anî ziman ku proje dê hem zerarê bide xwezayê û hem jî tenduristiya mirovan û got: "Dema proje bikeve meriyetê, wê ji ber bermahiyan û gaza bi jehrî însan zerarên wek penceşêra pişik peyda bibe û nexweşînên cuda bi xwe re bîne. Bêyî ku bibe dereng divê ev proje bê betalkirin." 
 
 
MA / Erdogan Alayumat