'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'

img

ÊLIH - Rêxistinên civakî û pîşeyî biryara DMME ya der barê Heskîfê de nirxandin û diyar kirin ku têkoşîn bi dawî nebûye û têkoşîn dê bidome û wiha got: "Bi qasî têkoşînê rizgariya Heskifê nêzîk e." 

 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), di 27'ê Sibatê de daxwaza rêxistinên demokratîk û sivîl a ji bo rawestandina wêrankirin û talankirina warê dîrokî  Heskifê, red kir. Rêxistinên demokratîk û pişeyî bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku têkoşîna wan bi dawî nebûye û têkoşîn didomin. Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskifê Ridvan Ayhan, diyar kir ku ji bo nirxên dîrokî û çandî yên Heskifê bidin jiyandin û biparêzin bi salan e ligel platformên cuda têkoşînê didin. Ayhan, anî ziman ku avakirina bendavê didome û dîroka ku kengî avê di bendavê de kom bikin bê navber diguherînin. Ayhan, anî ziman ku ji bo Heskifê rizgar bikin tê bi hevre têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: "Dema ku av di bendava Heskifê de kom kirin jî divê têkoşîn neyê rawestandin. Çiqas têkoşîn zêde û xurt bibe ew qas jî serkeftin nêzîk e. Rizgarkirina Heskifê nêzîk e. Ger ku avê kom bikin jî dîsa emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ger ku DMME biryar dabe jî divê em nefikirin ku rêya hiqûqî bi dawî bûye. Emê têkoşîna xwe berdewam bikin " 
 
 
Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Bişar Îçli jî anî ziman ku biryara DMME dê nikaribe bandorê li ser têkoşîna wan bike û ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Îçlî, destnîşan kir ku ew dê bi gotinên nivîskî û devkî têkoşîna xwe ya li vir berdewam bikin û wiha lê zêde kir: "Divê em ji her kesî re bêjin em dikarin hêj Heskîfê rizgar bikin. Di dîrokê de mînak wekî Heskifê tune. Divê teqez em vê dîrokê û çandê rizgar bikin. Heskif dîroka mirovahiyê ye. Kes nikare wê tune bike. " 
 
ÎHD: DIVÊ DERDORPARÊZ PÊTIR LI VÊ MÎRATEYA HEVPAR XWEDÎ DERKEVIN
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê Devran Yildiz jî anî zimanku li Heskifê mafên mirovan tên binpêkirin û bi zorê mirovan ji cih û wanên wan koçber dikin. Yildiz, anî ziman ku Heskif mîrateya hevpar a cîhanê ye û xwest hemû gelên cîhanê li vê mîrateya dîrokî xwedî derkevin. Yildiz, xwest Heskifê di lîsteya hevpar a mîrateya cîhanê de cihê xwe bigire û xwest derdorparêz bêtir li vê mîrateyê xwedî derkevin.
 
'HESKÎF HÊJ LI SER PIYAN E'
 
 
Endama şaxa  Odeya Endezyarên Makîneyan a Amedê Duygu Bayram jî anî ziman ku têkoşîna Heskifê hêj bi dawî nebûye û wiha got: "Bi salan e têkoşînek heye. Di salên dawî de ev têkoşîn hinek lawaz bû. Heskif hêj li ser piyan e û divê ji bo parastina Heskifê têkoşîn xurttir bibe. Divê em bêjin ku Heskîf li ser piyan e û têkoşîn neqediya ye. " 
 
Rêvebera Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Sevdet Acar, jî anî ziman ku ji bo avê nekin gol ew dê meşên li herêmê berdewam bikin û her dem daxuyaniyan bidin. Acar, da zanîn ku ji bo Heskifê rizgar bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
MA / Metin Yoksu