Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye

img

ÊLIH - Nûnerên saziyên sivîl ên Êlihê bertek nîşanî biryara DMME'yê ya ji bo Heskîfê dan û gotin: "Bi redkirina biryara ji bo Heskîfê re carek din çavê xwe li hember talankirina mîrateya dîrokî girtin e." 

Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amed û Êlihê li Heskîfê li hev kom bûn û têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên HDP, ÎHD, KESK, TMMOB, Komeleyên Ekolojiyê, Hewldana Jiyanakirina Heskîfê, Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Êlihê Mehmet Demîr, Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Heskîfê Zozan Şîmşek û Mecîd Tokdemîr û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Koma li Terasa Seyîrê li hev kom bûn pankarta "Heskîf dê bijî û Dîcle azad biherike" vekirin. Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ayhan Ridvan ewilî axivî û diyar kir ku têkoşînek herî biçûk jî ji bo Heskîfê girîng e û got: "Em biryara DMME'yê nas nakin." 
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA HESKÎFÊ DEWAM BIKIN' 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî anî ziman ku DMME'yê neheqî li mîrateya xwedî 12 hezar salî Heskîfê kir û got: "Bêyî dosyeyê lêkolîn bike li be çavê milyonan biryarê red kir û DMME bû cihê nîqaşê. Tevî hemû biryarên neyînî û redkirinê jî em ê têkoşîna ji bo Heskîfê berdewam bikin." 
 
'HESKÎFÊ DIKIN QURBANÊ BENDAVEK TEMENÊ WÊ NAGIHÎJE 100 SALÎ' 
 
Berdevkê Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOB'ê ya Êlihê Eyup Yagiz jî destnîşan kir ku mîrateya xwedî dîroka 12 hezar salî ya li derdora Çemê Dîjleyê tê parastin û got: "Di salên dawî de pêvajoya pevçûnan ji xwe re kirine fersend û Heskîfê ber bi tunekirinê ve dibin. Me beriya niha jî bi dehan car ji bo rizgariya Heskîfê bang li hemû raya giştî ya netewî û navnetewî kiribû. Li gel ku 9 krîterên UNESCO'yê li Heskîfê hene jî hilnedan Lîsteya Mîrateya Cîhanê. Bi redkirina doza ji bo Heskîfê ya li DMME'yê carek din pir aşkere çavê xwe ji hilweşandina Heskîfê re girtin e. Heskîfê dikin qurbana bendavek ku temenê wê nagihîje 100 salî û talan dikin. Bi sedan berhemên dîrokî û xweşikiya bêhempa ya dîroka Heskîfê dê di bin avê de bimîne. Carek din em li Heskîfê; di serî de bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa, hemû raya giştî ya cîhanê û hunermend, rewşenbîr, aktîvîst, ekolojîst, aktîvîstên jin, rêxistinên civakî yên sivîl û gel dikin ku xwedî li Heskîfê derkevin û li dijî hemû talankirina xwezayê û dîrokê derkevin."