Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul

img
COLEMÊRG – Li Colemêrgê, pezkoviyên di salên darbasbûyî de pir zêde dihat dîtin û ji ber nêçirtiya qaçax ber bi tunebûnê ve ne, daketin berpalên Çiyayê Sumbulê.
 
Li Colemêrgê, pezkoviyên dinava  sembolan de cihê xwe digirin,  di salên derbasbûyî de pir zêde dihatin dîtin û ji ber nêçirtiya qaçax tune dibin, piştî polîtîkayên parastinên çend salên dawî, dîsan li herêmê têndîtin. Nêrî û 6 pezkoviyên di nava rojê de, daketin berpalên Çiyayê Sumbul ê herêma Depîn a 7 kîlometre dûrî navenda bajêre, ketin ber objektîfan. Welatiyên, pezkovî yên di saetên serê sibê de daketin berpalê û dinava deviyan de di çêriyan, ji wesayîtê xwe peya bûn û wêneyên wan kişandin.