‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’

img
AYDIN - Leyla Çiyanşen a di nobeta JES’ê ya li Kizilcakoyê de cih digire, bertek nîşanî çêkirina JES’an da û got: “Ji xwe me axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin. Divê em hemû çavên xwe vekin û bi aqil tevbigerin. Emê rabin ser piya û heya Enqerê bimeşin. Bi vî awayê emê mafê xwe bi dest bixin.”
 
Li Aydinê, bi pêşengtiya Yekitiya Ekolojî civîn li Sehneya Şukran Gungar hat lidarxistin. Nêzî 10 platformên derdorê piştgirî dan li darxistin civînê. Nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), partiyên siyasî yên cuda, rêxistinên civaka sivîl û gelek parazvanên mafên jiyanê beşdarî civînê bûn.  
 
Serokê Platforma Çand û Derdorê yê Aydinê (AYÇEP) Mehmet Vergîlî axaftina vekirinê ya civînê kir û wiha got: “Yek ji qadên jiyanê yê herî zêde sermayedar êrîş dikinê, Aydine. Ji ber vê me xwest civîna herêmê li Aydinê pêk were. Emê bi piştevaniyê û yekgirtinê axa xwe biparêzin.”
 
‘JI AKDENÎZ’Ê HEYA WANÊ EMÊ TÊKOŞÎNÊ BIKIN YEK’
 
Berdevka Demî ya Yekitiya Ekolojîk Suleyla Dogan jî, diyar kir kul i Çanakkalê, ji bo avakirina 5 santralên termalê xebat tên kirin û wiha axivî: “Em armanca dikin ku ji Derya Reş heya Derya Spî, ji Wanê heya Trakyayê têkoşîna ekolojiye bikin yek.”
 
'EMÊ HEYA ENQERÊ BIMEŞIN’
 
Leyla Çiyanşen a di nobeta JES’ê ya li Kizilcakoyê ya Aydinê de cih digire jî, wiha axivî: “Ji xwe me axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin. Divê em hemû çavên xwe vekin û bi aqil tevbigerin. Emê rabin ser piya û heya Enqerê bimeşin. Bi vî awayê emê mafê xwe bi dest bixin.”
 
Ji Însiyatîfa Menderes Ûfûk Goçmen jî, bal kişand ser pirsgirêkên navçeya Dînar a Afyonkarahîsarê û wiha bilêv kir: “Li vê derê pîşesazî pir başe. Lê hewza me bi qirêjiyan tije dikin. Li Dînarê santrala termîkê hatiye avakirin. Ji ber vê ne mimkune ku çemê Menderes heya Soke bi herike.”