'Projeya rantê' beriya hilbijartinê dîsa di rojevê de ye

img
ENQERE - Projeya Qenal Enqere ku piştî Melîh Gokçek ji peywirê hat girtin, careke din ket rojevê. Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, bilêv kir ku ev proje projeyeke mezin a rantê ye û ji bo hilbijartinê careke din ketiye rojevê. 
 
TOKÎ, dîroka îhaleyê ya ji bo Projeya Qenal Enqere ragihand. Wê îhaleya projeyê di 18'ê Sibatê de bê ragihandin. Ev proje di dema Şaredarê Şaredariya Mezin a Enqereyê yê berê Melîj Gokçe ve berpêşî îhaleyê hatibû kirin, lê belê piştî Mûstafa Tûna hatibû şûna wî, proje betal kiribû. Paşê hatibû ragihandin proje dewrî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê hatiye kirin û wê ew û Baxçeyê Gel ê li navçeya Golbaşiyê bên yekkirin. 
 
Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, bilêv kir ku Projeya Qenal Enqere projeyeke mezin a rantê ye û got: "Berî îhaleya projeyê bê kirin, Gokçek îstifa nekiribû. Îhale hat kirin, dan yekî û piştî vê bi 2 rojan Gokçek îstifa kir. Lê belê, piştî Mûstafa Tûna hat îhale hat betalkirin." 
 
Candan, bilêv kir ku proje beriya hilbijartinê careke din ketiye rojevê û ev yek watedar e. Candan, anî ziman ku Geliyê Îmrahor ku dê proje lê bê çêkirin ji bo Enqereyê devereke pir girîng e û ne rast e ku ev dever ji bo îmarê, ji bo qadeke bazirganî bê vekirin. 
 
‘WÊ JIYAN NEMÎNE' 
 
Candan, diyar kir ku ger ev proje pêk bê, wê li Enqereyê pirsgirêka hewaya paqij bê rû bide û got: "Roja ku Geliyê Îmrahorê bê girtin, wê Enqere bibe qutiyeke girtî. Wê li vî bajarê bi zorê bêhnê distîne, êdî bêhnstendin çênebe. Bi vê re wê hewa qirêj bibe û wê gelek nexweşîn rû bidin. Hêdî hêdî kezeba Enqereyê dixitimînin. Wê ev rewş tesîrê li tenduristiya mirovan bike û wê terka Enqereyê bikin."