Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne

img

AMED – Li navçeya Sûrê ku di nav qada sîtê de ye, li ser banê plazayekê vîllayek hatibû çêkirin, lê belê der barê vîlayê de biryara rûxandinê hatibû dayîn. Niha jî li benda encama "aştiya îmarê" ne. 

Li navçeya Sûr a Amedê ku di nav qada sîtê de ye, li ser Yakût Plazayê bi awayekî qaçax vîllayek hatibû çêkirin. Niha vîla li benda encama "aştiya îmarê" ye. Li Sûrê hemû proje divê pêşî ji aliyê Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê ve bên pesendkirin û paşê bên çêkirin. Tevî vê vîllaya li ser banê plazayekê hatibû çêkirin, Kuçeya Sûakarê jî veguherandibûn kargehekê. 
 
Odeya Mîmaran a Amedê vê yekê wekî "sûcê li hemberî bajêr" wesifandibû û diyar kiribû ku ev qatê qaçax li dijî Qanûna Îmarê ye û serî li Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê, Şaredariya Mezin a Amedê û Şaredariya Sûr dabû. 
 
BIRYARA RÛXANDINÊ HAT SEKINANDIN 
 
Şaredariya Sûrê ya qeyûm tayînî wê hat kirin i bersiva xwe ya ji bo Odeya Mîmaran a Amedê de, diyar kir ku der barê vê avahiya qaçax de biryara rûxandinê hatiye dayîn. Lê belê xwediyê plazayê Abdurrahman Yakût ji bo vê yekê serî li "aştiya îmarê" da. Niha der barê rûxandina vê vîlaya qaçax de li benda encama ku dê ji "efûya îmarê" derkeve ne. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz