Nobeta li dijî JES'an didome: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

img

AYDIN -  Welatiyên her roj heta dernegê şevê li hemberî JES'a tê xwestin li Kizilcakoyê bê çêkirin nobetê digirin gotin: "Ji bo em li pêşeroja xwe xwedî derkevin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heke bivê em ê canê xwe jî bidin, lê em ê axa xwe nedin." 

Li gundê Kizilcakoy ê navçeya Efeler a Aydinê Şîrketa Enerjiyê ya Gurmatê dixwaze Santrala Enerjiyê ya Jeotermalê (JES) çêbike. Lê belê gundî naxwazin û 5 meh e her roj heta derengê şevê nobetê digirin. Di 6'ê Kanûna 2018'an de qada ku tê xwestin JES lê bê çêkirin bi têlan hat girtin û dar hatin rakirin. Lê belê gundiyan bertek nîşan da bû û ji ber vê cendirmeyan mudaxile kirib û gelek gundî birîndar bibûn. Piştî ku gundî ji a  xwe daneketin Alîgirê Walî daxuyanî dabû ku heta rapora ÇED'ê neyê amadekirin divê li vê qadê tu xebat neyên kirin. Lê belê dîsa jî gundiyan dev ji nobeta xwe berneda. Her roj siyasetmedar, ekolojîst serdana gundiyan dikin. 
 
'JES AYDINÊ JEHRÎ DIKIN' 
 
Ayşe Gun, diyar kir ku berê wexta dihat xwestin JES bê çêkirin wan fêm nedikir bê ka çi ne, lê belê piştî Platforma Hawirdor û Çandê (AYÇEP) û bijîşk hatine û ew serwext kirine hayê wan jê çêbûye. Gun, bilêv kir ku JES zirarê didin xwezayê û giyaneweran û ji bo ew zirara JES'an bibînin çûne gundê Alangullu yê JES lê hatiye çêkirin. Gun, destnîşan kir ku wan bi çavê xwe dîtiye bê ka darê zeytûnan û fêkiyan çawa hişk bûne. Gun got: "Rayedaran ji me re got ji ber ziwabûnê û bikaranîna dermanên xelet hişk bûne. Ma darên li goristanê jî ji ber bikaranîna dermanan hişk bûne? Mêş mirine. Ma ev jî ber ziwabûnê mirine? Ji ber bermayiyên jehrî 200 heb berxên gundiyekî mirine. Piştî me ev yek dît me got 'Ji JES'an re na.'" Gun, anî ziman ku wê gazên jehrî û duxana biasît av, hewa û xwezaya wan jehrî bike. 
 
‘EM Ê AXA XWE NEDIN WAN' 
 
Gun, destnîşan kir ku JES'a li gundê Alangulluyê zirar daye gundê Kizilcakoyê jî û got: "Hîn li gundê me JES nehatibû çêkirin êdî darzeytûnên me zeytûn nedan. Ji her derê Aydinê jehrî diherike. Berê hejîr, zeytûn diharikîn ji darê me. Niha zeytûn dirizin û dikevin. Nifşên nû hene. Ji bo mirov li vir bijîn pêdivî bi zexîre, hewa û baranê heye. Me ev der tune bin em ê çawa bijîn? Loma em ji bo ava xwe, hewaya xwe û pêşeroja xwe li ber xwe didin. Wexta me dest bi nobetê kir ceryana me, ava me hat qutkirin. Lê dîsa jî me dev jê berneda. Em ê heta dawiyê bitêkoşin. Heke bivê em ê canê xwe jî bidin, lê em ê axa xwe nedin." 
 
HETA DERENGÊ ŞEVÊ NOBETÊ DIGIRIN' 
 
Gun, bilêv kir ku ji bo JES neyê çêkirin ew nobetê digirin û got: "Herkes dixwaze vê zivistanê li cem zarokên xwe û li mala xwe li ber sobeyê me. Lê em nikarin li mala xwe rûnên. Her şev em em heta dernegê şevê nobetê digirin. Em her roj digirin. Her wiha ciwanên gund jî heta sibehê erd kontrol dikin. Em tim çavdêriya vir dikin. Ji bo em xwedî li pêşeroja xwe derkevin em li ber xwe didin." 
 
Mesût Gun jî got: "Ev herêm debara xwe bi zeytûn û hejîran dike. Di şertnameya santralê de jî tê diyarkirin divê dûrî qada jiyanê be. Lê belê dixwazin vê santralê li nav qada jiyanê çêbikin. Şertên heyî jî pêk naynin. Dixwazin zirarê bidin axê, hewa û avê. Lê em gundî naxwazin û rê li ber vê digirin. Çi zarok, çi ciwan, çi extiyar em tên cem hevdu. Ji bo em xwedî li gundê xwe derkevin em nobetê digirin. Gundî di warê zirar û xisara JES'an de hatin serwextkirin û li gor vê tev digerin." 
 
MA / Ayşe Surme