Komira Walîtiya Edene belav kir welatiyan jahrînî dike

img

EDENE - Li Edeneyê ji ber komira ku Walîtiya Edeneyê li welatiyan belav kir, hewa bajar qirêj dike û mirovan jahrînî dike. Endamê Komîsyona Ekolojiyê yê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Yaşar Gokoglu, xwest li şûna walî komirê belav dike pêwiste fatûra ceyranê ji sedî 50 daxe. 

Walîtîya Edeneyê bi armanca piştgiriyê bide welatiyên xizan komir belav kir. Lê piştî komir li welatiyan belav kir, hewa navçeyên Seyhan û Yuregirê gelek qirêj bû. Di navbera saetên 18.00 û 21.00'ê êvarî de wekî ewrê reş dûxana komirê dikire ser bajar. Welatiyên li van navçeyan dijîn zahmetiyê dijîn ku nefesê bistînin. Li gorî Rêziknameya Rêveberî û Nirxandinên Kaliteya Hewayê ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO); maddeya partikulê ger ku di her metrekupekê de zêdeyî 20 mikrogram, li gorî Yekîtiya Ewropa (NE) jî 50 mikrogram û li gorî wezareta Tenduristiyê ya Tirkiye jî ger 80 mikrogram  û zêdeyî wê hebe ji bo tenduristiyê zerar e.  Ev jî nîşan dide ku Li Tirkiye zêde qîmet nade paqijiya hewayê. 

 
‘BILA KOMIR NEYÊ BELAVKIRIN'
 
Endamê Komîsyona Ekolojiyê yê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Yaşar Gokoglu, xwest li şûna walî komirê belav dike pêwiste fatûra ceyranê ji sedî 50 daxe. Gokoglu, diyar kir ku walîtî bi salan e li welatiyan komirê belav dike, lê li aliyê din welatiyan jahrinî dike. Gokoglu, anî ziman ku li aliyekî komirê li welatiyên xizan belav dike û wan germ dike, lê li aliyê din hewayê qirêj dike û wan nexweş dike. Gokoglu, anî ziman ku welatî hêdî hêdî jahrînî dibin û xwest êdî walîtî dawî li vê komirê bîne. Gokoglu, anî ziman ku li gorî pîvanên cîhanê divê pîvana partîkula hewayê 20 mîkrogram be, lê li tirkiye di metrekupê de ev rêje 80 mikrogram e û wiha got: "Li gorî pîvanên walîtiyê yên 20 kanûnê li Edenyê di nava hewayê de 534 mikrogram partikul  heye. Li Edeneyê qirêjiya hewayê 6 -7 qat zêde bûye. Sedema vê yekê komir e. Li şûna komirê belavdikin divê ji sedî 50 faturayên ceyranê kêm bikin." 
 
 
MA / Hamdullah Kesen