Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan

img

COLEMÊRG - Herêma Navdoskiyanê ku bi xwezaya xwe balê dikişîne, wekî bihûştê dixuyê. Lê belê ji ber li derdora herêmê qereqol û noqteyên venêrînê hene, demek e pir kes naçê. 

Li herêma Navdoskiyan ya Gevera Colemêrgê, bi xwezaya xwe balê dikişîne. Lê belê ev herêm niha di navbera qereqol û noqteyên venêrînê de maye. Herêma Navdoskiyan 20 kîometreyî dûr navenda navçeyê ye û ji bo meriv biçe herêmê pêşî di noqteyeke polîsan û noqteyeke leşkeran re derbas dibe. Kesên diçin herêmê, pêşî li noqteyên leşkerî tên sekinandin û navê wan tê tomarkirin. 

 
Li herêmê gûz, hirmî, erûk, tû, hejîr, mişmiş, rez û darên kizwanan hene. Herçar aliyên Navdoskiyanê çiya ne û lê şopên gundên Pişqesrê,  Bêsitkê,  Berdereşe, Memîşte, Sêgîzan, Şagulord, Gulord, Qencan, Gihpe, Mergê,Navxelkan û Haciyan ku di salên 90'î de hatine valakirin dixuyên. Ji ber herêm hatiye valakirin, hejmara kesên hatine pir kêm e. Li gundê Tîlan û Qencanê qereqol hatine çêkirin û li ser gelek giran jî binkeyên leşkerî hatine çêkirin. Wexta pevçûn tune bûn gelek turîst berê xwe didan herêmê, lê belê niha ji ber dengê top û çekan kes nayê.
 
Navdoskiyan bi herdu sûlavên ku di navê de diherikin, bihar û payîzê bi rengê xwe wekî bihuştê dixuyê. Sûlavên wê di ser Oremarê re xwe digihînin Çemê Avaşîn û ev yek rengekî din li Navdoskiyanê zêde dike. Kesên li vê herêmê dijiyan heta sê sal berê jî bi rihetî diçûn û dihatin. Lê belê diyar dikin ku niha ew nikarin biçin çiyayên li herêmê û baxçeyên xwe. 
 
MA / Fethi Balaman