Êdî kes Heskifê ziyaret nake

img
ÊLIH –  Warê çandî û dîrokî Heskîf, piştî her roj tê xerakirin û bûye qada şantiyê û berhemên dîrokî cihê wan tê guhertin êdî kes naçe ziyaret nake. 
 
Warê çandî û dîrokî ku 12 hez hezar salin şûnwarê mirovan e, ji ber bûye warê şantiyê êdî kes naçe Heskifê ziyaret nake. Piştî AKP'ê xwest bendava Ilısu li Heskifê çêke û dest bi guhertina cihê dîrokî kir, Heskif vegeriya qada şantiyê. Her roj bi dînamîtan zinar û warê dîrokî hildiweşînin û li şûna warên dirokî betonê dirijînin. Warê ku her sal bi hezaran turîst dihatin ziyaret dikirin piştî karê înşaetê û guhestinê dest pê kir êdî ne turîstên biyanîe û ne jî turîstên niştecîhî tên Heskifê. Niha bi tûrên GAP'ê hewl didin ku hêjmara ziyaraten zêde bike û wekî ku turîst ziyaret dikin nîşan bidin. 
 
TÛRÎST JI MILYONEKÊ DAKETIN SIFIRÊ
 
Heskif ku her sal bi sed hezaran û heta nêzî milyonek turîst heskef ziyaret dikirin, Ziyareta kelehê di sala 2010'an de hat qedexekirin û piştre hêjmara tûrîstan ket. Li gorî daneyên Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar di sala 2009'an de 57 hezar û 700 kesan bîlet kirî û derketin kelehê. di sala 2008'an de herî kêm 500 hezar kesan Heskif ziyaret kir. Di sala 2009'an de jî milyonek kes hatin Heskef ziyaret krin. 
Li bendê bû ku di sala 2010'an de hêjmara ziyaretê bigêje 1.5 milyon kesan. Lê di sala 2010'an de derketina kelehê hat qedexekirin. Bi taybetî iştî di sala 2015'an de OHAL hat îlankirin hêjmara turîztan kêm bû. Lê piştî li Heskifê xerakirinê dest pê kir û şantiye hat avakirin Turist pir kêm bûn. Li sala 2018'an de jî hêjmara turîstan daket asta herî kêm, niha ziyareta turîstan daketiye sifirê. 
Heta niha Keleha Heskifê, Mizgefta El-Rızk û Mizgeft û mînareyên Sultan Suleyman,  Mizgefta Kizlar, Hemama Artukluyan, Turbeya Zeynelbey û Zeviya Îmam Abdullah cihê herî zêde dihatin ziyaret kirin bûn. Lê piştî ev şûnwar ji cihê wan hatin rakirin êdî kes naçe vir ziyaret nake. 
 
DÊ ZIYARETA DAWÎ BIKIN
 
Seval Coşkun ku karê acenteyên ger û seyrane dike diyar kir ku di demên pêş de dê ziyareta dawî zêde bibin û wiha got: "Ji ber ku êdî Heskif dê halê xwe yê berê winda bike. Ji bo halê dawî bibînin dê bên ziyaret bikin. Ev ziyaret dê bibe ziyareta dawî. Piştî min Heskif ziyarat kir, ez fêr bûm ku Sûrên Heskifê jî dê di bin avê de bimînin. Ev mirovan pir xemgîn dike." Kerîm Erdogmuş jî anî ziman ku yekem car ji Başûrê Almanya ji bo halê dawî yê Heskif bibînin tên vir û wiha got: "Ev halê Heskifê yê bi vî rengî ez pir xemgîn kirim. Ev di qada diroka mirovahiyê de cihekî pir girîng bû. Divê di bin avê de nemîne."