Hewaya Êlihê tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan dike

img
ÊLIH – Li Êlihê ji ber petrolê û şewitandina firêzeyan hewaya bajêr pir qiêrjî bûye û ev yek tesîreke zêde li tenduristiya mirovan dike. 
 
Li Êlihê şewitandina firêzeyan bi awayekî zêde tesîreke neyînî li jiyana giyanewaraan dike. Bitaybetî jî ev yek tesîrê zêde li kesên nexweşîn astimê bi wan re heye dike. Nemaze jî ji ber şewitandina firêzeyên li gundên Farqîn û Bismilê hewaya bajêr zêde qirêjî dibe. Ji ber ku Êlih bajarê petrolê ye, li Ewropayê di nav bajarê ku hewaya wan zêde qirêjî de ye. Lê belê bi şewitandina firêzeyan ev yek zêdetir dibe û tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan û giyanewerên xwezayê dike. Ji bo vê yekê rayedar tu tevdîran nagirin. 
 
Çend roj berê ji ber şewitandina firêzeyên li derdora Farqîn û Bismilê rêjeya hewaya qirêj a Êlihê derket asta herî jor. Ji ber ji bo vê yekê tu tevdîr nayên girtin, ev rewş tesîreke zêde li jiyanê dike. Di raporên duh ên der barê qirêjiya hewayê de ev yek bi awayekî aşkere derket holê. 
 
Di raporên hewaya qirêj ên Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê de ku kêlî bi kêlî tên dayîn de, li Êlihê pîvana azot, kurkurtdioksît, karbonmonoksîtê bi rengê xemrî ye û asta wê li dor 200-300'î ye.