Cengîz Holdîng li Şemrexê dixwaze gund vale bike

img

MÊRDÎN - Li Şemrexê, hat îdîakirin ku piştî hewza siyanûr li Etî Bakir a aydê Cengîz Holdîngê ye hat avakirin, bi kepçeyan dest bi birîna darên berî û guhîjan hat kirin. Welatiyên gund, diyar kirin ku ewê qadên xwe yên jiyanê terk nekin û gotin “Hem li dijî siyanûr û hem jî li dijî koçberî em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” 

 
Li gundê Şemîka ya navçeya Şemrexa Mêrdînê, hat îdîakirin ku Cengîz Holdîng a nêzî hikûmetê tê zanîn piştî hewzê siyanûr avakir û şûn de, bi kepçeyan dest bi birîna darên berî û guhîjan kir. Gundiyên derbarê siyanûrê de xebatên agahî girtinê bi rêve birin, bi fikarin ku piştî birîna daran wan ji cih û warên wan bikin. Gundiyên di heman demê de li ser têkoşîneke dê çawan li dijî pêkanînên Etî Bakir birêve bibin jî nîşan kirin û biryar dan ku destpêkê di warê hiqûqî de têkoşîna xwe bi rêve bibin. Gundî dê di heman demê de li dijî dorpêçkirina gund bang hestiyariyê li raya giştî bikin 
 
Gundiyên daxwazên xwe nû kirin, di vê çarçoveyê de têkilî bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê re danîn û ji rêxistinên civaka sivîl ên herêmî piştgirî xwestin. Gundiyan, îdîakirin ku hewqê sîyanûr ê li Etî Bakir hatî avakirin, dê di heman demê de bandorê li gundên derdor jî bike. Ji ber vê yekê gundiyan bi gundên derdorê re jî têkilî danîn û ji wan xwestin piştgiriyê bidin têkoşîna wan. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay a berê ev pirsgirêka gundiyan biribû Meclîsê, çû serdana gundiyan û carek din got we ligel gundiyane û ewê heya dawiyê piştgiriyê bidin gundiyan. 
 
‘EM Ê GUNDÊ XWE TERK NEKIN’
 
Gundiyan, diyar kirin ku xebatên înşaetê yên herêmê didomin û her roja derbas dibe makîneyên kar li derdora gund zêdetir dibin û ev yek fikarên wan zêdetir dike. 
 
Muxtarê gund, Mehmet Hadî Araç, pêvajoya dinavbera wan û Etî Bakir de hat jiyîn wiha vegot: “Qadên ku şîrket dagirkirî her roja berfirehtir dibe. Li benda encama dadgehê neman û bi awayekê bêhiqîqî xebatên înşaetê berdewam dikin. Emê tu carî gundê xwe terk nekin. Hemû qirêjiyên fabrîqeyê davêjin qadên çêre yên Etî Bakir. Hemû bermahiyên bi jehir û qirêj dê bandorê li ser gundê me bike. Ji bo bi siyanûrê emê hemû li vê der bi jehrî bikevin.” 
 
‘GORISTANA GUND JÎ DAGIR KIRIN’
 
Yek ji welatiyên gund Faysal Akkuş, rezên tirî yên gihandine nîşan dan û wiha got: “Ji ber karê fabrîkeyê, tiriyên rezên me nayên xarin. Îsal me nekarî em tiriyê rezên xwe kom bikin û hemû hişk bûn. Ji tirsan em nikarin kom bikin û bixwin. Em ditirsin bi hejrî bikevin. Êdî em dixwazin dawî li vê xebatê bînin.    
 
Welatiyê gund Mûstafa Onen jî, anî ziman ku ew li benda piştgiriya raya giştîne û wiha axivî: “Berê jî xendek kulandin. Destûr nedan em sewalên xwe bibin çêriyê. Ketin û derketina goman li me qedexe kirin. Tu cih ji me re nehiştin. Ew halê me yê ku em bifirin jî tuneye. Goristana gund jî dinava qada xebata fabriqeyê de ma ye. Goristana gund jî dakir kirin. Zivîstanê ji ber îşaetê av kom dibe û dibe sedema lehiyê. Em bi biryarin li vê derê bimînin û em ê neçin tu derî.”    
 
MA / Ahmet Kanbal