HES'a tê çêkirin Çemê Kolikê ziwa dike

img

SEMSÛR - Projeya HES'ê ya Karakûşê ya li Semsûrê tê çêkirin, Çemê Kolikê ziwa dike. Welatiyan, bilêv kir ku ew erdên xwe bi ava vî çemî av didin û dema ew derdên xwe dibêjin, bi şideta dewletê re rû bi rû dimînin. 

Projeya Santrala Elektrîkê ya Hîdroyî (HES) a Karakûşê ku li navçeya Kolik a Semsûrê tê çêkirin Çemê Kolikê ziwa dike. Ev çemê ku welatiyên herêmê pê erdên xwe av didin û cihê wan ê geşt û seyranê ye, hindik maye ziwa bibe. Wexta gelê herêmê li dijî projeya HES'ê ya ji aliyê Şîrketa Lîmîted a Mûratê tê çêkirin derketin, cendirmeyan bi awayekî tund mudaxileyî wan kiribû. 
 
DOZ Û ÎNŞEAT DIDOME 
 
Tevî hemû bertekên welatiyan jî çêkirina projeyê didome û niha ji ber vê erdên gelek gundên navçeya Kolikê bê av dimînin. Her wiha doza ku rêxistinên hawirdorê vekirine jî didome. 
 
QADA WAN A GEŞT Û SEYRANÊ TÊ TUNEKIRIN 
 
Her wiha derdora vî çemî qada geşt û seyranê ya welatiyên herêmê ye jî, lê belê niha ji ber înşeata projeyê nêviyê pir ê vê qada geşt û seyranê ji holê hatiye rakirin. Welatiyê bi navê Cûmalî Akkûş, bilêv kir ku zarokatiya wî li vê herêmê derbas bûye. Akkûş got: "Eger dewlet guh bidana gelê xwe dê destûra vê talanê nedana."
 
Welatiyê bi navê Cemal Korkmaz jî got: "Qet nedihat bîra min ku dê evqasî texrîb bikin. Di destpêkê de ev qas texrîbat çêbûye, lê dema proje bê temamkirin Xwedê zane dê çi bibe." Welatiyê bi navê Bûrak Karakaş jî bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ev çem nefesa me bû, niha dixwazin me bê nefes bihêlin." Karakaş, diyar kir ku tu fêdeya vê projeyê ji bo herêmê tune ye û got: "Niha proje temam nebûye, lê belê dema temam bibe em ê êdî Çemê Kolikê di xewnên xwe de jî nebînin." 
 
Karakaş, diyar kir ku eger Çemê Kolikê ziwa bibe dê tesîreke neyînî li wan bike û got: "Ev çem tenê ne ji bo avjeniyê bû, me pê erdên xwe, baxçeyên xwe jî av dida. Tenê ne em, bi sedan mirov û bi hezaran dolim erd sûdê ji vî çemî digirin. Berê jî me çend çalakî li dar xistin, lê kesî dengê me nebihîst. Hikûmeta ku bi dengên gel hatiye hilbijartin, ji dêvla guh bide me, cendirme û polîsan bi ser me de dişîne. Ji niha û pêve ka em ê çi bikin, eger ev proje biqede dê li herêmê bi navê qadên hêşîn tiştek nemîne."