Gerok Ozhanê li Çiyayê Ramanê asê ma: Ji bo mirovahiyê windahiyek mezin e

img

ÊLIH – Gerok Arîf Ozhanê ku bi duçerxeyê 600 kîlometre rê çû û li Çiyayê Ramanê asê ma, ji bo Heskîfa ku dê di bin avê de bimîne got: "Ji bo mirovahiyê windahiyeke gelekî mezin e." 

Gerok Arîf Gezgînê ku bi balafirê ji Stenbolê çû Kayseriyê û ji wir jî bo otobêsê çû Meletiyê û bi trênê çû Tetwanê, ji Tetwanê jî dema xwest bi duçerxeyê biçe Heskîfê li Çiyayê Ramanê asê ma. Piştî rêyeke 600 kîlometreyî, Ozhan li Çiyayê Ramanê ji aliyê AFAD'ê ve hat rizgarkirin. Ozhan, ji ber ku lingên wî birînê bûn êdî nikaribû pedalên duçerxeyê ba bide û dema di rêya çiyê de winda bû, ji ber tîbûnê gurçikên wî nerihet bûn. Ozhan hat rizgarkirin, lê belê duçerxeya wî li çiyê ma. Piştî ji nexweşxaneyê tabûrcî bû hefteyekê li Heskîfê ma. Ozhan tiştên hatin serî wî û bû şahidên wan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re got. 
 
'BERÎ KU DI BIN AVÊ DE BIMÎNE MIN XWEST BIBÎNIM' 
 
Ozhan, anî ziman ku ew ji Tetwanê heta Ramanê bi duçerxeyê hatiye û got: "Di rê de min gelek mirov dîtin. Di rê de carinan leqayî cendirme û leşkeran hatin û min wesayîtên zirxî dîtin. Ji bilî rêyên sereke min rêyên gundan û rêyên bi qeraç tercîh kirin. Erdnîgariyeke xweş e, cara ewil e têm. Eger derfet çêbibin dixwazim careke din bêm. Sedema ku hatim Heskîf û Midyadê, ew e ku min avahiyên kevirî ên li vira meraq dikirin. Nemaze jî Heskîfê, min xwest berî ku di bin avê de bimîne bibînim." 
 
Ozhan, avahiyên li Bedlîsê şibandin ên serdema Sovyetê û diyar kir ku dema ew di gundan re derbas bûye û koçer dîtine û wêne kişandine. Ozhan, bilêv kir ku ew çûye gelek gundan û mêvanperweriya wan pir ecibandiye û got: "Li gundan her çend mêvan bûm, lê fikareyên wan hebûnç Nizam ji ber çi. Lê wisa difikirim ji ber ku biyanî bûm û tiştên li herêmê diqewimin. Fikareyên mezinan hebûn, lê zarok tim didan pey duçerxeya min." 
 
Ozhan, diyar kir ku li hin deran wî dîtiye ku ÎHA û SÎHA difiriyan û got: "Dema li Çiyayê Ramanê asê mam, li 112'an geriyam. Paşê min hayê malbata xwe jî pê xist. Cendirme û cerdevan jî bi AFAD'ê re hatin. Cihê lê asê mabûm bilind bû î tîk bû. AFAD'ê ez rizagr kirim, lê duçerxeya min li wir ma. Min rica kir ku wê jî bînin, lê gotin ji ber cih bilind e ew nikarin biçin." 
 
'JI BO MIROVAHIYÊ WINDAHIYEK MEZIN' 
 
Ozhan got: "Min vê erdnîgariya 12 hezar salan pir meraq dikir. Çend rojan li heskîfê mam. Mirovên wan mêvanperwer in. Carinan min li qeraxa Dîcleyê kon veda û carinan jî li kafeyan raketim. Ji ber tenduristiya xwe ez ê heta wextekê rêwîtiya xwe rawestînim. Ez ê nikaribim biçim Midyadê. Min texrîbata li Heskîfê texmîn dikir, lê min nizanibû evqasî mezin e. Ji bo bendaveke 50-60 salan çawa çêdibe ku cihekî evqas xweşik dê di bin avê de bê hiştin. Ji bo mirocahiyê windahiyeke mezin e." 
 
Ozhan, navber da rêwîtiya xwe û vegeriya Stenbolê. 
 
MA/ Metin Yoksu