Şewata daristana Çiyayê Roj didome

img
DERSÎM - Şewata li daristanên Geliyê Roj hefteyek e didome. Şewata li herêma Mazgirtê jî piştî mudaxaleya welatiyan hat defandin. 
 
Şewata daristana herêma Geliyê Roj ku 7 roj berê piştî operasyona eskerî derket didome. Gundên ku li herêma şewatê dimînin salên 90’î ji hêla dewletê ve hatibûn valakirin, beşek jê jî di nav ‘herêma ewlehiya taybet’ de ne. Şewata li herêmê didome. Leşker, welatiyên ku dixwazin mudaxaleyî şewatê bikin, bi hinceta "herêma ewlehiya taybet e" wan asteng dikin. Ji ber ku kes nikare mudaxale bike şewata daristanê li herêmê belav dibe. 
 
Şewata li herêma Xiran a gundên Guleç û Zerikan Xiran ya Navçeya Mazgirtê derketibû jî ji aliyê welatiyên herêmê ve hat vemirandin.