Daristana Geliyê Rojê 3 rojin dişewite

img
DERSÎM – Daristana Geliyê Rojê ku piştî operasyona leşkerî dest pê kir 3 rojin berdewam dike. Rayedarên leşkerî û dewletê destûr nadin welatî mudaxaleyî şewata daristanê bikin. 
 
Şewata daristana herêma Geliyê Roj ku 3 roj berê piştî operasyona eskerî derket didome. Gundên ku li herêma şewatê dimînin salên 90’î ji hêla dewletê ve hatibûn valakirin, beşek jê jî di nav ‘herêma ewlehiya taybet’ de ne. Ji ber ku kes nikare nêzî wan gundên valakirî bibe tu agahî nayê wergirtin. Li hin gundên herêma şewatê ji ber dûxanê pir kêm têne dîtin. Ji ber ku hetina herêmê hatiye qedexekirin nayê zanîn ku niha şewat li kijan qadê didome. Dildarên xwezayê diyar kirin ku li herêmê duxanek zêde bikin. Rayedar bi hinceta "Herêma Ewlehiya Taybet" destûr nadin ku kes biçe mudaxale bike. Şewat 3 rojin berdewam dike. 
 
Dildarê xwezayê Haydar Çetinkaya, diyar kir ku wan bi Midûrê Daristanê re hevdîtin kir û xwetin ku bi balafira vemirandina şewatê mudaxale bikin. Çetinkaya, anî ziman ku şewat didome û têkildarî vê yekê êdî nikarin tiştekî bêjin û tu wateya gotinê tune ye.