Petrola herikî li peravê Foça û Aliaga belav bû

img
ÎZMÎR - Petrola ku herikî li peravên Foça û Alîaga belav bû û hem derdor qirêj kir û hem jî zerar da gelek zindiyên avê. 
 
Petrola ku herikî û li delav û peravên Alîaga û Foça yên Îzmirê belav bûn, der û dor tev qirêj kir û zerar da zindiyên avê. Rayedaran diyar kirin ku petrol heta Yenî Foça belav bûye û dest bi paqijkirinê kirine. Piştî ba zêde bû û pêlên avê bilind bû, petrola herikî ruyê bahrê reş kir û heta perava Yeni Foça belav bû. Serokê Kendava Foça Mustafa Çankaya, diyar kir ku ew çavkaniya herikîna petrolê lêkolîn dikin û dest bi paqijkirinê kirine. Ekolojîstên çûn herêmê jî diyar kirin ku ger petrol berdewam bike dê gelek zindiyên avê bi komî bimirin.