Li Bedlîsê şewat

img
BEDLÎS – Li çoltera herêma Buzlupinar a Bedlîsê şewat derket û her ku diçe şewat berfireh dibe. 
 
Li çoltera herêma Buzlupinar a li ser rêya Bedlîs û Amedê duh bi şev şewat derket. Sedemê derketina şewatê nehat zanîn û piştî şewatê komên tefandinê yên Şaredariya Bedlîsê sewqî herêmê hatin kirin. Hat zanîn ku ekîbên tefandinê nikarin şewatê vemirînin û her ku diçe şewat berfireh dibe. 
 
Hat ragihandin heta niha tu mudaxeleyek şewatê nehatiye kirin.