'Li Dersimê şidet li xwezayê tê kirin!'

img

DERSIM –  Dildarê Xwezayê Haydar Çetînkaya, şewata li Dersimê nirxand û bilêv kir ku qadeke hezar û 500 hektar şewitiye û bûye xwelî. Wênegirê Xwezaya Dersimê Îsmaîl Ateş jî wêneyên şewata daristanan kişand û got ew ê ragihîne raya cîhanê. 

Zêdeyî 20 roj e xwezaya Dersimê hem ji hewayê ve hem jî ji bejahiyê ve tê bombebarankirin û şewitandin. Tam 18 rojan bi hinceta "ewlehiyê" destûra mudaxilekirina şewatê nehat dayîn. Lê belê piştî roja 10'an dildarên xwezayê guh nedan qedexeyan û berê xwe dan herêmê û di çend rojan de şewat kontrolkirin. Li gorî daneyên dildaran li anvçeya Xozatê qadeke hezar hektarî şewitiye û li navenda Dersimê jî qadeke 500 hektar bûye xwelî. 
 
Dildarê xwezayê Haydar Çetînkaya ku her roj diçe qada şewat lê heye û wênegirê xwezaya Dersimê Îsmaîl Ateş ku wêneyên şewatê dikişîne şewata li Dersimê nirxandin. 
 
‘DESTÛR NEDAN' 
 
Dildarê xwezayê Haydar Çetînkaya, bilêv kir ku wan xwestiye demildest mudaxileyî şewata li navçeya Xozatê bikin, lê belê bi hinceta "ewlehiyê" destûra wan nehatiye dayîn, lê belê piştî raya giştî bertek nîşan daye destûr hatiye dayîn. Çetînkaya, diyar kir ku piştî şewata li Xozatê qediya demildest bejahiya navenda Dersimê hatiye şewitandin, lê belê vê carê bêyî ku destûrê bistînin mudaxileyî şewatê kirine û şewat kontrol kirine. 
 
‘TEVÎ HEMÛ RÎSKAN JÎ ME ŞEWAT TEFAND' 
 
Çetînkaya, diyar kir ku dildarên xwezayê hewldaneke mezin nîşan dane û ji bo tefandinê çûne herêmê. Çetînkaya got: "Tevî hemû rîskan jî em çûn vê herêma ku 40 sal in pevçûn lê hene û me mudaxileyî şewatê kir. Di dema tefandinê de gelek hevalên me ji ber duxanê nerihet bûn, jehrî bûn. Ên hinekan lingên wan şikiyan. Em gelek caran bi talûkeyan re rû bi rû man. Lê dîsa jî me şewat kontrol kir." 
 
Çetînkaya destnîşan kir ku Midûriyeta Daristanan bi tu awayî mudaxileyî şewatê nekiriye û got: "Li kuderê Tirkiyeyê dibe bila bibe. Peywira sereke ya Tirkiyeyê divê daristanan ji şewatê biparêze. Çimkî daristan di bin kontrola dewletê de ne. Li kuderê îxbarek hebe divê dewlet mudaxile bike. Lê belê li Dersimê dustandardî heye. Ciyawazî heye. Dewleta ku li rojavayê welat bi hemû derfetên xwe dibe seferber, mixabin li vira destûrê nade ku şewat bê tefandin." 
 
‘NE YÊ ŞEWAT DERXIST Ê DITEFÎNE E DIBE SÛCDAR' 
 
Çetînkaya, destnîşan kir ku li van deran tenê daristan neşewitîne, gelek heywan jî şewitîne. Çetînkaya, diyar kir ku her wiha gelek nebatên endemîk jî li van deran hebûne û got: "Tenê em ji bo şewata daristanan neçûn. Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin. Em li dijî tunekirina ekosîstemê ne. Li her derê cîhanê ev wisa ye. Li cîhanê kesên şewatê ditefînin hurmet ji bo wan tê nîşandan, lê belê li Tirkiyeyê bi cezayan re rû bi rû dimînin." 
 
‘ŞIDETÊ LI XWEZAYA ME DIKIN' 
 
Çetînkaya, destnîşan kir ku Dersim herêmeke bisancû ye û şer tim lê heye û got: "Di vî şerî de xwezaya me hedef tê girtin. Li tu deverê cîhanê divê tu daristan heyînên çandeyî hedef neyên girtin. Tirkiye bi peymanên ku îmze kiriye tehaut kiriye ku dê jiyana kovî û daristanan biparêze. Lê belê li vira daristanên me tên şewitandin û şidet li xwezaya me tê kirin." 
 
Her wiha Çetînkaya şaredarî jî rexne kirin û diyar kir ku ji ber qeyûm tayînî şaredariya navendê hatiye kirin tu hêviya wan jê tune ye, lê belê şaredariyên navçeyan tenê şewat temaşe kirin. 
 
Çetînkaya, bilêv kir ku ew ê tevî hemû astengî û talûkeyan jî tim û tim ji bo etfandina şewatên daristanan tev bigerin û bitêkoşin. 
 
BI WÊNEYAN XWEST ŞEWATÊ RAGIHÎNE 
 
Wênegirê xwezaya Dersimê Îsmaîl Ateş jî, sekna saziyên li herêmê ya ji bo şewatê rexne kir û got: "Em zêde sûdê ji vê xwezayê digirin. Her tiştê xwe berpêşî me dike. Lê mixabin em ji sedî pareke ku xwezayê berpêşî me dike nakin. Dema em ji bo tefandina şewatê çûn, min hem wêneyên şewitandina nebatên endemîk hem jî heywanên kovî kişandin. Min dît dema çivîkek diçû cem çêlikên xwe diqîriya. Wê kêliyê min ji mirovatiya xwe şerm kir. Min xwest bi wêneyan vê şewatê ragihînim raya cîhanê."