Çemê Dîcle, xweza û dîroka 12 hezar salan tune dibe

img

ŞIRNAK – Heke Bendava Ilisuyê temam be ji Şirnexê heta Amedê, bajarê dîroka kevnar Heskîf jî di nav de bi giştî 120 gund di bin avê de dimînin. Ew dîtbariya gewre ya Çemê Dîcle li pişt dîwarê bendavê hepis dibe û nikare wek berê nazenîn biherike. 

 
Ji bo ku em şantiyeya Bendava Ilisuyê ya bajarê dîroka kevnar a 12 hazar salan Heskîfê daduqurtîne bibînin, didin ser rê û diçin gundê Taruna yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê. Dema em ji neqeba Qesrikê ku Çiyayê Gebar û Cûdî ji hev cihê dike û didin ser rêya diçe Basayê şikêr û latên wek çiyayên hût ên bê hempa û ava Çemê Dîcleya ku wek xezaleke nazenîn diherike me pêşwazî dike. Her ku pêşve diçe raqima cih bilind dibe û li gel bilindahiya lutkeyan dîmen û dîtbar jî xweşiktir dibin. Di berdewamiya rê de wan gundê li perava Çemê Dîcleyê hem bi kavnariya xwe ya dîrokî û hem jî bi keskewara xwe ya xwezahî mirov sermest dike. 
 
KOZIKÊN CERDEVANAN 
 
Li ser rêya ber bi şantiyeya bendavê ve wan kozikên cerdevan û meterîsên leşkerî ku li ser her lutkeya çiyayên bilind ên azad hatine lêkirin cih bi cih çêza dimen û dîtbariya xewazya şox û şeng tamsark bike jî; di nav gundên kesk ê xwezahî û puşpera xwezayê cihê wek girê qeşirandî û gihayek cihê zeloq dike. Riya ku bi kîlometreyan temaşeyê Çemê Dîcle dike û ber bi jor ve hildikişe de gelê herêmê ji şûnwarek taybet ya Çemê Dîcle re dibêje “Çemê Avî” ku di wê noqteyê de Dîcle wek qurbaniya pîroz li dora gireke Çiyayê Gebarê lef dide û diherike. Ew dîmen û dîtbariyeke bê henpaye û çavê mirov ji ber diteyîse. Di şûna herî bi fesal a dikare Çiyayê Gabar û Çemê Dîcle raçavke de kozika cerdevanan lêkirine.
 
WEK XENCERÊ DI DILÊ HEREMÊ DE HATIYE ÇIKANDIN 
 
Di rêya ku didome de bikî û nekî bi dehan kozikên wisa yên cerdevan û meterîsên wisa yên leşkeran aramiya raçavkirina çavê mirov diêşînin. Ev wisa didome ta ku tu di nav 120 gundên Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Batman û Amedê de biborî û biçî xwe bigihînî şantiyeya di çarçoveya projeya lêkirina Santrala Hîdroelektirîkê û Bendava Ilisûyê. Dema rê diqede û mirov digihîje gundê Taruniyê bendeke hut û darên hesin ên ji bo Santrala Hîdroelektirîk di dilê axa pîroz de hatine çikandin mirov radiwestînin. Benda ku dê rê li avê bibire hema li ber qedandinê ye. Ava Çemê Dîcle niha di 3 tunelan de derbas dikin. Li gundê Germava (Ilisu) ku ji bo bendav û santrala hîdroelektirîkê hatiye valakirin benda avê wek çiya her roj hineke din tê bilindkirin. 
 
‘BENDAVA EWLEHIYÊ’
 
Şêniyên li herêmê dijîn aşkara kirin ku dema bendav temam bibe heta Amedê 120 gund û daristanên ezîm û dîmena dermanê aramkirina rihê giyanweran dê di bin avê de bimînin û ji bo gelek gundên ku hatine valakirin jî TOKÎ  gundên navendî lêdike. Gundî didin zanîn ku ev gund dê ne wek gundê berê bin û kes dê bi xwezî û xweşî neyên serdana wan gundên çêker. Şêniyên ji herêmê bal dikşînin ser mijareke din a kambax û wiha pêde diçin: “Ev bendav her çend bi navê avdana çandiniyê û hilberîna ceyranê tê lêkirin jî armanca xwe ya esasî ewlehiye.”  Şêniyên herêmê navê “Bendava Ewlehiyê" li bendava Ilisûyê kirin û gotin dê hem bi xwe re dîroka 12 hezar salan ya heremê ji holê rake û hem jî bi armanca leşkeriyê dê bê bikaranîn. 
 
DÊ WEK BERÊ NEHERIKE
 
Şênî diyar dikin dema ava Çemê Dîcleyê ji ber bendavê bê birîn dê gundên ji bendavê berjêrtir di xetereyê de bin û Dîcle wek berê di nav wan gundan de neherike û dê ji devê bendavê heta Cizîrê av bi kontrol bê berdan
 
'EM Ê BIBIN NIFŞA HERÎ DAWÎ YA VÊ DÎMENÊ DIBÎNE'
 
Gundiyên li devê rê bi xemgînî vedibêjin ku çend "rojên jimartî" mane ku ev dîmena ji holê rabe û ji bo vê mînaka karesata li Herêma Derya Reş pêk hatiye nîşan dan û wiha gotin: “Wan li Derya Reş ava newalan di luleyan de heps kirin. Paşê çi bû? Dema av miçiqî keskahiya der dora ava newalan jî hişk bûn. Dîtbariya Derya Reş nema. Li vir jî di gava ewil de avê li pişt bendê dikin hepsê, Dîcle dê wek berê neherike. Vê xwezayên şox û şeng jî dê cihê xwe ji xwazayeke hişk re bihêle. Wisa dixuye ku emê bibin nifşa herî dawî ya ku temaşeya vê dîmena şox û şeng dikin." 
 
MA / Ahmet Kanbal