Li Bestayê di çavdêriya leşkeran de dar tên birîn!
ŞIRNEX - Li Herêma Besta ya Şirnexê, cerdevan piştî di kontrolên leşkerî derbas dibin, darên sedsalî dibirin.
Li Şirnex û li navçeyên wê bi salan e talana xwezayê di çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tê kirin. Li çiyayên Cûdî û Gabarê û Herêma Bestayê ev 6 sal bênavber dar tên birîn. Her çendî têkildarî rawestandina birîna daran daxuyaniyên fermî bên dayin jî, dîmenên li Besta hatî kişandin, nîşan dide ku birîna daran berdewam dike.
Di vê kêliyê de li qada Kûrta Xanê ya li Besta darên sedsalî tên birîn. Cerdevanên ku ji gundên Milakerî û Niyar bi motoran diçin Bestayê, daran dibirin. Cerdevan ji bo biçin qadê, bi kontrola leşkerî ya li Navyanê re derbas dibin. Di dîmenên ku gundiyan ji ajansa me re şandî de, birîna darên sedsalî tê dîtin.
MA / Emrullah Acar