SÊRT - Ji ber Bendava Ilisûyê, Pira Botanê ya ku Deşta Mişarê bi navenda bajarê Sêrtê ve girêdida di bin avê de ma. Ji ber vê rêya 45 deqîqeyî, bûye 4 saet. Welatiyan xwest ku pira wan bê çêkirin.
Bi avakirina Bendava Ilisûyê ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve ku piştre navê wezîrê berê yê Daristanan û Karên Avê yê AKP'yê Veysel Eroglû lê hat kirin, Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salî û zêdetirî 199 gund di bin avê de man.
Binavbûna Pira Botanê (Bilolîs) ku navenda bajarê Sêrtê bi Deşta Mişarê ve girêdide, dema rêwîtiya di navbera navenda bajêr û nêzîkî 50 gundên Deşta Mişarê de ji 45 deqîqeyan bo çar saetan zêde kiriye. Her çend bihayê xizmeta ferîbotê ya li ser Çemê Botanê ji bo her kesî 200 TL be jî, demên çûnê li gorî tijebûna rêwiyan tên destnîşankirin; ji ber ku ferîbot tenê dema ku tijî dibe dixebite, ji bo rêwîtiyan bernameyên diyarkirî tune ne. Di vê navberê de, rêyên alternatîf jî heta çar saetan wext dixwin û gundî ji ber pirsgirêkên wekî xirabûna wesayîtan, xetera qezayan û lêçûnên sotemeniyê aciz bûne.
Piştî hilweşîna Pira Bilolîsê ya li ser Çemê Botanê ku şaxekî Çemê Dîcleyê ye û zêdebûna mesafeya di navbera gundê wan û navenda bajêr de, gundiyên Gundê Sûskê bertek nîşanî vê rewşê dan.
Ji şêniyên gund Sefer Aslan diyar kir ku binavbûna pirê rêya Mêrdîn-Şirnexê qut kiriye û têkiliya di navbera 50 gundên Deşta Mişarê û navenda Sêrtê de qut kiriye. Aslan destnîşan kir ku ferîbot ne ewle ne û got ku keştî kevin bûne û alavên ewlehiyê yên bingehîn ên wekî êlekên jiyanê û qeyikên rizgarkirinê tê de tune ne. Aslan behsa demên li bendêbûnê yên ji sê saetan zêdetir kir û got: "Garantîya ewlehiyê tune. Erdê me heye, lê em nikarin bigihîjinê. Em saet 5'ê sibê derdikevin û li dora saet 9'ê sibê digihîjin gund, lê heta wê demê dinya pir germ dibe ku em nikarin bixebitin. Berê me debara xwe bi çandina baxçeyên fisteqan û çandina fırıngi, îsot û bacanan dikir. Lê niha em di warê înşaetê de zehmetî dikişînin û ew jî her tim peyda nabe. Zarokekî min ê bi sendroma Downê heye û ez nikarim wî bibim gund. Carinan dema em tên ji me re dibêjin ku ferîbot xera bûye. Em neçar in ku bi rêya Çiyayê Kelendar biçin gund ku ev pir dirêj digire. Daxwaza me ew e ku li vir pirek were çêkirin. Bi salan e, ew me asteng dikin. Bes e, jiyan û debara me di xetereyê de ye."
Welatiyê bi navê Murat Yildirim got: "Gihîştina nexweşxaneyê gelek zehmet e. Mirov bi xetereya mirinê re rû bi rû ne ji ber ku nikarin di wextê xwe de bigihîjin wir. Em jî dema ku bi ferîbotê derbas dibin an jî li benda wê ne, bi xetereya mirinê re rû bi rû ne. Ne pir heye, ne rê heye. Ji ber ku veguhastin tune ye, kes nikare deşta berhemdar biçîne. Ger ev li rojavayê Tirkiyeyê bûya, wê demeke dirêj berê bihata kirin. Em çûn rojavayê; wan li her derê pir çêkirine. Li vir, ew tenê herêmê di bin avê de dihêlin. Her çi dibe bila bibe, zivistanê veguhastin tune. Dema ku ferîbot naçe, divê em bi rêya çiyayên Reş, Kelendar û Basê derbas bibin. Ev heta çar saetan digire. Divê pirek bi lez were çêkirin. Bila pir were çêkirin da ku em karibin bigihîjin deşta xwe."
Welatiyê bi navê Abdî Beştaş daxwaza çêkirina pirekê kir û diyar kir ku çûnûhatina bi rêya Dihê hem bi mesref e û hem jî demeke dirêj digire. Beştaş anî ziman ku malbata wî li navenda Sêrtê dijî û ew bi xwe jî ji ber hezkirina gundê xwe timûtim di navbera gund û bajêr de çûnûhatinê dike û got: "Em di rewşeke gelek xirab de ne. Keştî ne ewle ne; her tim metirsiya binavbûna wan heye. Em dixwazin li vir bijîn, lê ji ber ku pir nehatiye çêkirin û dûrahiya heta navenda bajêr zêde ye, gelek ji me koçî navenda bajêr kirine. Divê ew pir demildest were çêkirin. Soza çêkirina pirê hatibû dayîn, lê tevî ku heft sal derbas bûne jî, hîn nehatiye çêkirin."
MA / Fethî Balaman - Ozan Bayindir