Li Bursayê daristan dişewite

img
BURSA – Li navçeya Mudanya ya Bursayê şewata daristanê derket û agir ber bi cihwarbûnê ve diçe. 
 
Li gundê Çagrişan a girêdayî navçeya Mudanya Bursayê li derdora nîvro ji ber sedemek nayê zanîn li daristanê şewat derket. Dumana şewatê rêya bejahiyê ya Mudanya û Bursayê girt. Hat zanîn ku agir ber bi cihwarbûnê ve diçe. Ji bo temartina şewatê ekîbên agikujiyê yên şaredarî û daristanê dest bi xebatê kirin.