Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê: Bi Qenal Stenbolê re xweza dewrî sermayeyê tê kirin

img
STENBOL - Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê Fatoş Osmanagaoglû, diyar kir ku projeya Qenal Stenbolê projeyeke ku ku xwezayê û jiyanê tune dike û got: "Qenal Stenbolê projeya ku xwezayê dewrî sermayeyê dike." 
 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan, di 3'yê Tebaxê de di "Plana Çalakiyên 100 Rojî" de daxuyand ku ew ê Projeya Qenal Stenbolê çêbikin. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Fatoş Osmanagaoglû, destnîşan kir ku dê ev proje xwezayê û jiyanê tune bike. 
 
Osmanagaoglû, diyar kir ku dê proje bandorê li ekosîstemê bike û got: "Plana ew e ku Qenal Stenbolê ji laguna Buyuk Çekmeceyê bidin destpêkirin. Li herêma ku laguna Buyuk Çekmeceyê lê ye, yek ji herêmên herî girîng ên STenbolê ye. Dê bi vê projeyê re qadên çandiniyê yên li derdor algunê bi temamî bên tunekirin. Her wiha dema hûn ji Behra Reş ber bi Marmarayê ce rêyeke wisa vebikin dê ev yek bandorê li giyanewerên Marmarayê jî bike. Dê jehriya ku ji Behra Reş were li vira belav bibe. Her wiha em nizanin dê harfiyata ku dema qenal bê çêkirin dê ji kuderê bê derxistin û dê li kuderê bê valakirin. Yanî hafriyata ku ji wir bê derxistin dê Stenbolê û derdora wê mahf bike." 
 
‘XWEZA DEWRÎ SERMAYEYÊ TÊ KIRIN' 
 
Osmanagaoglû, destnîşan kir ku erzasiyên ku dê projeya lê bê çêkirin dê dewrî TOKÎ'yê bên kirin û got: "Li herêmê hin eraziyên ku dê bên dewrkirin aîdî mirovan e. Dê bi hezaran tesîs û avahiyên luks bên çêkirin. Ji ber ku karker û kedkar nikarin xaniyên xwe bikirin dê ji wir bên dûrxistin. Dê raçînga wê taxê, çanda wê taxê bê belakirin. Her wiha erzaiyên din jî aîdî xezîneyê an jî şaredariyê ne. Dê dest deynin ser van eraziyan yanî dê dest deynin ser xwezayê. Dê xwezayê dewrî sermayeyê bikin." 
 
‘WE EV BETON AFIRAND' 
 
Osmanagaoglû gotina Erdogan ku gotibû "Her der bû beton, lê em ê niha bajarekî berwarî biafirînin" bi bîr xist û got: "Belê, her der bû beton. Ez tev li gotina Erdogan dibim. Lê belê we ev bajarê betonî afirand, ne em. Dema şaredarê Stenbolê bû wî û ekîba wî ev bajar kir beton." 
 
Osmanagaoglû, bilêv kir ku dema Qenal Stenbolê wekî bajarekî bê avakirin, bi nêvengî dê 8 milyon mirov li bajêr zêde bibin û got: "Bi qasî nêviyê nifûsa bajêr a niha. Ev bajar dê nikaribe nifûsekî evqasî hilgire. Her wiha ev yek li herêma erdhejê tê çêkirin. Eger erdhejek çêbibe, dê felaketeke ku heta niha rû nedaye rû bide." 
 
‘DIVÊ EM RÊXISTINBÛYÎNA XWE ZÊDE BIKIN' 
 
Osmanagaoglû, diyar kir ku kapîtalîzm bi awayekî bê sînor xwezayê dagir dike û got: "Eger em bi hev re tênekoşin, û nizanibin ku ev proje têkoşîneke siyasî ye û em tevî herêmê vê têkoşînê berdeam nekin em ê ber bi tunebûyînê ve biçin. Li hemberî vê divê em rêxistinbûyîna xwe zêde bikin." 
 
MA / Melike Ceyhan