Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin

img

SEMSÛR - Şêniyên gundê Hîntê yê bajarokê Komirê têketin qada şantiyeyê ya kana keviran a zirar dida xweza û qada jiyanê û xebatên wê dan sekinandin. 

 
Xelkê gundê Hîntê yê bajarokê Komirê ya Semsûrê, li dijî kana keviran a dihat xwestin dîsa were vekirin, lihev civiyan. Şêniyên gund ên di saetên sere sibehê de hatin cihê şantiyeyê, xebat dan sekinandin. 
 
Şêniyên gund, diyar kirin ku kana kevir zirarê dide xweza û qadên jiyanê. Gundiyan got: “Em ê destûrê nedin tu projeyên zirarê didin axa me, ava me û qadên me yên jiyanê. Em ê heta dawiyê li dijî kanên kevir û mermerê li ber xwe bidin.” 
 
Şêniyan got ku beriya niha jî xebatên li herêmê dabûn sekinandin û xwestin ev xebat niha bi temamî bên sekinandin.