DOGADER: Îxanetê li Bûrsayê dikin

img
BÛRSA - Serokê DOGADER'ê Caner Gokbayrak, diyar kir ku ji ber DOSAB'ê xwest li Osmangazî santrala termîkê ava bike, dê 24 saetan jahrê bikişînin kezeba xwe û wiha got: "Divê dozên ku li temyizê teqez xera bibin. Ger ku daxwaza temyizê neyê qebûlkirin em dê li pêş santralê çalakiya nobetê bidin destpêkirin." 
 
Li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê ji ber daxwaza avakirina santrala termîkê nerazîbûnên welatiyan û parazvanên xwezayê zêde dibin. Rêveberiya Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Demirtaşê (DOSAB), bi boneya pêdiviya fabrîqeyên li herêmê yên buhar û enerjiyê temîn bikin, armanc dikin ku santrala termikê ya 524 hezar ton komir lê bê şewitandin ava bikin. Rêveberiya DOSAB'ê ji bo santrala ku plan dike li ser 32 dolim zevî ava bike, serî li Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) dabû. ÇED'ê jî bersîva erênî dabû. Li ser îtîraza ekolojîst û derdorparêzan di sala 2015'an de serî li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Bûrsayêdabû. Dadgehê biryara rawestandina daxwaza DOSAB’ê dabû. Li ser biryara dadgehê DOSAB'ê cara duyemîn serî li ÇED'ê da û dîsa ÇED'ê rapora erênî da. Derdorparêzan dîsa îtiraz kir. Vê carê 2’emîn dadgeha Îdarî ya Bûrsayê di çileyê 2017’an de îtîraza derdorparêzan red kir. Îtîraza rapora ÇED'ê jî li temyîzê tê rawestandin. 
 
Serokê Komeleya Parastina Derdor û Xwezayê (DOGADER) Caner Gokbayrak diyar kir ku ger santrala termikê bê avakirin dê zerarek mezin bide mirovan û xwezayê. 
 
ÎXANETÊ LI BÛRSAYÊ DIKIN
 
Gokbayrak, anî ziman ku DOSAB berpirsyarê vêzerarê ye û wiha got: "Li tenişta navenda Bajar Santrala termîkê ava dikin. Dê nefesa bajar rawestine. DOSAB li Bûrsayê ji fabrîqeyên qaçax ên li hev kom bûne hatiye avakirin. Li şûna beriya Bursa bê parastin, bi avakirina fabrîqe û pîşesaziyê îxanetê dikin. 
Sanayî di nava taxê de ye. Ger ku santrala termîkê ava bikin, dê welatiyan jahrînî bikin. Ji ber DOSAB'ê xwest li Osmangazî santrala termîkê ava bike, dê 24 saetan jahrê bikişînin kezeba xwe. Divê dozên ku li temyizê teqez xera bibin. Ger ku daxwaza temyizê neyê qebûlkirin em dê li pêş santralê çalakiya nobetê bidin destpêkirin." 
 
Dê 24 saetan jahrê belav bike û mirov dê jahrê bikişînin kezeba xwe. Di cîhanê de ev talûke tê qebûlkirin. Dê 24 saetan gaza jahrînî belav bike. Dê mirov di temenê biçûk de bimirin. Dê pirsgirêkê bêhnê çê bibin. Nexweşiya kezeb û bêhnê zêde bibe. Em dê li dijî vê yekê li ber xwe bidin û em destûr nadin. 
 
 
MA / Bilal Seçkin