‘Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar'

img
STENBOL – Fîkîrtepeya ku di nav pençikên "Veguherîna bajêr" de ye, niha veguheriye qada înşeatê. Gelên semtê Fîkîrtepeyê şibandin qada şer û gotin: "Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar." 
 
Li Fîkîrtepeya Kadikoyê, ji sala 2010'an ve "veguherîna bajêr" didome. Ji ber vê yekê gelek welatî mexdûr bûne. Şêniyê semta Fîkîrtepeyê Alî Guneş got: "Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar." Guneş, destnîşan kir ku veguherîn veguheriye rantê û got: "Niha li ser malan tabelayên fîrmayan dixuyên, lê belê ji bilî tabeleyan tu pêşketin tune ne. Tenê mirovên li vira mexdûr bûne. Ji warê xwe bûn. Her wiha li vira ji her derdor û çandê mirov dijiyan. Ev yek jî belav kirin." 
 
Guneş, koncalên ku çêbûne û malên hatine rûxandin nîşan da û got: "Jixwe wekî ev der Sûriye me, gelek fîlm jî li vir hatin kişandin. Gelekî qelebalix bû, lê niha veguheriye semteke mirî. Çend kes ji bo zêde qezenc bikin evqas gel mexdûr kirin. Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar." 
 
‘HDP JI BO FÎKÎRTEPEYÊ HÊVÎ YE' 
 
Guneş, bilêv kir ku berê AKP gelek deng ji vir digirt, lê belê ev yek kêm bûye û got: "Niha tekane partiya ku hem mexdûran diparêze hem jî di çarçoveyeke rêzgirtina ji bo xwezayê îmarê bi rê ve bibe HDp ye. HDP hinekî hêviyê dide. Lê belê divê HDP were vir û guh bide mirovên mexdûr. Divê projeyên xwe vebêje." 
 
‘EM DIXWAZIN TIŞTÊN KESK Û ŞÎN BIBÎNIN' 
 
Xwendekarê zanîngehê Sergen Karşanbaş jî, diyar kir ku saleke ew li fîkîrtepeyê dijî û bal kişand ser balaxaneyên li derdora malan hatine çêkirin. Karşanbaş, anî ziman ku dema ew ewil hatin vir wan liq ata jor a malan behr didît û got: "Lê niha em behrê nabînin. Dîmena me girtin." Karşanbaş, bilêv kir ku ji ber înşeatê mala wan tim di nav tozê de dimîne û ji ber xebatên înşeatê heta dernegê şevê didomin, nikarin têkevin xew. 
 
Her wiha Karşanbaş, bal kişand ser qamyonên harfiyatê û got, ev qamyon li nav kuçeyan pir bi lez diçin. Karşanbaş got: "Mala me diheje. Zarokên cînarên me hîn jî li kuçeyan dilîzin. Dibe ku tiştek bê serê wan." Karşanbaş, diyar kir ku partiya îktîdarê dibêje qez ew çi qasî avahiyan çêbike û çi qasî riyên fireh çêbike dê qezenc bike û got: "Nikarin bi betonê me ber bi xwe ve bînin. Bereksê vê, em dixwazin tiştên kesk û şîn bibînin. Tişta dizanim tenê partiyek behsa ekolojiyê dike. Ez ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidim partiya ku ekolojiyê diparêze." 
 
MA / Muhammet Dogru