Projeya Geliyê Dîcleyê taloqî piştî hilbijartinê kirin

img

AMED – DSÎ’yê ku dest bi etaba ewil a projeya “Rekreasyona Geliyê Dîcleyê” ku ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hat amadekirin kiribû, xebata xwe taloqî piştî hilbijartinê kir. 

Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê projeya “Aqada Rekrasyonê ya Geliyê Dîcleyê” amade kiribû di Adarê de dest bi etaba ewil a projeye hatibû kirin. Di çarçoveya vê projeye de Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ji Pira Farqînê dest pê kiribû di qadeke 21 kîlometreyî de gelek dar rakiribûn. Li ser vê UNESCO’yê DSÎ’yê hişyar kiribû û parêzvanên jiyanê û gelên herêmê jî bertek nîşan dabûn. 
 
TALOQÎ PIŞTÎ HILBIJARTINÊ KIRIN 
 
Piştî ku bertek hatin nîşandan, DSÎ’yê berê xebatên xwe ji Baxçeyên Hevselê da Seyrantepeyê. Lê belê hat hînbûn ku piştî demeke kurt xebatên li Seyrantepeyê jî rawestiyane. Li gorî agahiyên bi dest ketin, DSÎ’yê li ser fermanên ji wan re hatine xebatên xwe taloqî piştî hilbijartinê kirine. 
 
‘UNESCO PASÎF MA’ 
 
Endama Platforma Parastina Hevselê Guner Yanliç, ji ber ku li hemberî qirkirina darên li Geliyê Dîcleyê bêdeng maye bertek nîşanî UNESCO’yê da û got: “Jêkirina darên li vir ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de bûn, ji aliyê raportoran ve hatin qeydkirin. Lê belê DSÎ bêyî ku li benda rapora raportoran bisekine, jêkirina daran domand. UNESCO bi awayekî pasîf tev geriya û tu tişt jî neparast.” 
 
‘DEV JI VÊ XELETIYÊ BERDIN’ 
 
Yanliç, ji bo xebatên DSÎ’yê got “Projeya ku Çemê Dîcleyê hepsî cihokê dikin” nirxand û diyar kir ku “projeya ku Çemê Dîcleyê hepsî cihokê dike” dibe sedema tunekirina floraya Hevselê. Yanliç destnîşan kir ku ji ber ku kesên xweza û hawirdorê qir dikin nayên cezakirin, bi awayekî hovane tev digerin û got: “Em dîsa bang li îmzekerên projeyê, îktîdarê û UNESCO’yê dikin. Demildest divê dev ji vê xeletiyê bê berdan.”