Sûlava ku xurmexurma wê ye ji çopan xalî nabe!

img
COLEMÊRG – Sûlava ku li gundê Bêmbo yê Şemzînanê di nav hêşînahiyê de diherike, veguheriye çopgehê. 
 
Li gundê Bêmbo yê Şemzînana Colemêrgê ku xwezayeke wê ya dewlemende heye, sûlava ku di nav hêşînahiyê de diherike veguheriye çopgehê. Ji ber çopan û bîna ji çopan tê mirov nikarin lê îdare bikin. Her wiha ji ketilî bigire heya pêlavên leşkeran her tişt li qada sûlavê hene. Li derdora sûlavê ku welatî ji bo hêşînahî û ava wê ji Şemzînan û navçeyên derdorê tên, ji walêz, ketil, şûşeyên plastîk, potikên zarokan, şûşeyên dermanan, pêlav, kîsik, çaydank, teneke û hwd. xalî nabe. 
 
HEM SÛLAVÊ HEM JÎ ŞIKEFTÊ BI ÇOPAN TIJE KIRINE
 
Sûlava ku ji çopan xalî nabe, li pişt wê şikeftek heye û her wiha ev şikeft jî bi çopan hatiye tijekirin. Heta niha tu rayedarên şaredariyê û dewletê ji bo vê yekê tevnegiriyane. Gundiyên ku çopan dirijînin jî diyar dikin ku ji ber li gund tenekeyên çopê tune ne ew çopên xwe davêjin. Her wiha gundiyan destnîşan kir ku ji ber li Colemêrg, navçe û gundên wê tenekeyên çopê qedexe ne, li gundê wan jî tune ne.