Cîhan ji bo Sûr û Heskîfê rabû ser piya: Em li Sûr, Heskîf û Çemê Dîcleyê ne, em naçin, li vir in

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê li Êlih, Amed, Wan û Rihayê çalakiyên hemwext hatin lidarxistin. Ekolojîst û dîrokparêzan wiha got: “Em li Sûr, Heskîf û Dîcleyê ne. Em naçin û em ê neçin. Bendava Ilisû û hilweşandina Sûrê rawestînin.” 

Sazî û dezgehên parastina ekolojî û dîrokê bi boneya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê li Êlih, Amed, Wan û Rihayê çalakiyên hemwext li dar xistin.  Bi pêşengiya Hewldana Jiyankirina Heskîfê li Tepeyê Seyîr ê Heskîfa Êlihê gelek kes li hev kom bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Mehmet Alî Aslan û Ayşe Acar Başaran, rêveberên DPB, HDP, Egîtîm Sen, Petrol-Îş, SES û gelek kesan piştevanî da çalakiyê. Di çalakiyê de wekîlan kurteaxaftin kirin û metna daxuyaniyê ya ji bo deh bajaran amadekirin kirbûn hat xwendin. 
 
BAŞARAN: EV DÎROK DÎROKA ME YE 
 
Parlamenter Başaran destnîşan kir ku ji bo Heskîf tune nebe têkoşîn dewam dike û got: “Dîroka 12 hezar salî dikin qurbanê bendava dê temenê wê 50 salî be. Dikarin bendavan li her deverê çêbikin, lê nikarin carek din heman Heskîfê înşa bikin. Heskîfa nû ku niha çêkirin e, ucube ye. Em bang li desthilatdariyê dikin, ev dîrok dîroka me ye. Em li Heskîfê ne û em ê xwedî lê derbikevin.” 
 
ASLAN: DÎROKÊ VEDIGUHERÎNIN UCUBYÊ 
 
Parlamenter Aslan jî da zanîn ku dîroka Heskîfê vediguherînin ucubeyê û got: “Hûn çi jî bikin em ê xwedî li Heskîfê derbikevin.” 
 
'SÛR Û HEKSÎF WARÊ JIYANÊ YE’ 
 
Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ridvan Ayhan jî çalakiya îro dê li 20 welatan zêdet bê lidarxistin bibîr xist û got: “Em ji bo Çemê Dîcle û Heskîfê li vir in. Bi sed salan e Sûr û Heskîf warên jiyanê ne. Bi taybetî Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar sal bi hilweşandinê re rû bi re ye. Her du bajarên li qeraxên Çemê Dîcleyê dikin qurbanên berjwendiyên xwe yên siyasî û aborî. Bendava Ilisû felaketa xwezayî dê pêk bîne. Heskîf û Dîcle jiyan û rûmet e. Hewceye gelo hûn Heskîf û xwezayê dikin qurbana bendava temenê wê çend sal.” 
 
Ayhan daxwazên ji bo Heskîf û Sûrê wiha rêz kir: “Bila li Heskîfê hilweşandin û veguhezandin û koçberî raweste. Çemê mezintirîn ê erdnîgariya me bila bê parastin û azad biherike. Ava Dîcleyê qirêj nekin û kepçeyên xwe ji avê derbixin. Bila qedexe ji ser Sûrê rabe û Sûr azad bibe û şêniyên Sûrê vegerin malê.” 
 
AMED
 
Li Amedê jî partiyên siyasî, sendîka, ode û saziyên civaka sivîl di çarçoveya rojê de çalakî li dar xistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya, Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Alî Atalay, Garo Paylan û Îmam Taşçier, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, akademîsyenên aştiyê, hunermend, nivîskar û gelek şexsiyet beşdarî çalakiyê bûn. Li ber Mizgefta Mezin a Sûrê li hev kom bûn. Polîsan destûr neda çalakiyê û li ser vê yekê di navbera wekîl û polîsan de nîqaş derket. Li gel hemû astengiya polîsan jî wekîl û komê daxuyanî da.
 
TANRIKULU: EM Ê XWEDÎ LI DÎROKÊ DERBIKEVIN 
 
Parlamenter Sezgîn Tanrikulu axivî û anî ziman ku yên dîrokê hildiweşînin dê dawiya ne bixêr be û got: “Li gel hemû zextan em ê xwedî li dîrokê derbikevin. Çi dibe bila bibe, em ê xwedî li Sûr û Heskîfê derbikevin. Em ji bo bangek aştiyane bikin hatin vir, lê bes polîs ji welatiyan bêtir dora me girtin e. Wek ku hûn dibînin em di van şertan de diçin hilbijartinê.” 
 
 
YÎGÎTALP: TU DEMÊ WIHA HILNEWEŞIYAN E 
 
Parlamenter Sîbel Yîgîtalp jî diyar kir ku Sûrê bi dehan şaristanî dîtiye û du demê ev bajarên dîrokî wiha hilweşandin nedîtine. 
Piştî daxuyaniya li ber Mizgefta Mezin, kom derbasî Mala Dengbêjan a li Sûrê bû. Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin li vir ewil axivî û got ku li dijî hilweşandina Sûrê demek dirêj têkoşîn dane û lê hilweşandin ranewestiyaye. 
 
‘EM BIBIN DENGÊ SÛR Û HESKÎFÊ’ 
 
Piştî Aydin, metna hevpar a ji aliyê Tevgera Ekolojiya ya Mezopotamyayê, Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na, Platforma Piştevaniya bi Sûrê re û Hewldana Jiyankirina Heskîfê hatibû amadekirin Hevberdevka Platforma Sûrê Buşra Cîzrelîogullari xwend. Cîzrellîogulari da zanîn ku ew ji bo bibin deng û rengê Sûr û Heskîfê li gel hev in û banga xwedî derketina parastina dîroka Sûr û Heskîfê û xwezaya Çemê Dîcleyê kir. Cîzrelîogullari di dawiya daxuyaniyê de daxwazên parastina Sûr, Heskîf û Çemê Dîcleyê rêz kir. 
 
Piştî daxuyaniyê hunermend Ferhat Tunç klam strî û çalakî bi dawî bû. 
 
WAN 
 
Komîsyona Ekolojiyê ya Wanê ya Tevgera Ekolojiya Mezopotamya bi armanca "28'ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurevî ya ji bo Sûr û Heskifê" li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê Platformê Ekolojist Serdar Çevîk daxuyanî da. Çevik, anî ziman ku bi armanca bibin dengê Sûr, Dîcle û Heskifê vê çalakiyê pêk bînin. Çevik, da zanin ku Heskifa di bin avê de bimîne hemû mirovahiyê eleqeder dike. 
 
RIHA 
 
Şaxa Sendîkayên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Rihayê û Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê jî bi heman armancê li avahiya Şaxa SES'ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Berdevka meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê Zuhal Parlakçi daxuyanî da. Parlakçi, anî ziman ku ew li Sûr, Heskîf, Dîcle ne û wiha got: "Em li her derê ne. Me ji vir naçin û em dê her dem li vir bin.