Turkyilmaz: Xaza Tirkiye ji sedî 99.5 girêdayî derve ye

img
ENQERE - Serokê komîsyona Enerjiyê yê Odeya Endezyarên Makîneyan (MMO) Oguz Turkyilmaz, diyar kir ku Tirkiye di milê enerjiyê de ji sedî 76 girêdayî derve ye. Turkyilmaz, anî ziman ku îktîdar bi gotina “em dê enerjiyê erzan bikin" dest bi santralên nukleerê kir û wiha got: "Dijberî gotina îktîdarê enerjî dê bêtir buha bibe. Tirkiye ji sedî 99.5'an xaza xwezayî ji derve dikire. Em dê bêtir bi Rûsya ve bên girêdan." 
 
Serokê komîsyona Enerjiyê yê Odeya Endezyarên Makîneyan (MMO) Oguz Turkyilmaz ku demek dirêj e li ser polîtîkayên enerjiyê xebatê dimeşîne, li ser polîtîkayên hikûmetê yên enerjiyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Oguz Turkyilmaz, polîtîkayên Hikûmetê rexne kir û wiha got: "Tirkiye xaza xwezayî ji sedî 99,5, petrolê ji sedî 92 îthal dike. Hilberina komira me ya xwecihî 2 milyon ton e, lê em 40 milyon ton komira kevir ji derve dikirin. 
Tirkiye di milê enerjiya xaza xwezayî, komir  a ragihandinê de ji sedî 76 bi derve girêdayî ye. Çavkaniyên herêmî yên enerjiyê ji sedî 24’an pêşwazî dike." 
 
TIRKIYE DI MILÊ ENERJIYA XWE NÛ BIKE DE PIR DEWLEMEN DE LÊ... 
 
Turkyilmaz, anî ziman ku ger hemû ava heyî ya li Tirkiye wekî enerjiya ku dikare xwe nû bike bihesibînin li Tirkiye ji sedî 24 hidroelektrik, ji sedî 6 hidro, jisedî 1-2 roj û jeotermal enerjî heye. Bi giştî li dora ji sedî 30 enerjî heye. Tirkiye di milê çavkaniyên enerjiyê ku dikare xwe nû bike welatekî pir dewlemend e. Lê ger ku ji bo pêşerojê projeyê neyên avakirin ne wisa ye. Heta niha ji sedî 80-85 ev enerjî hatiye bikar anîn. Lê ji ber ku li Tirkiye avhewa hatiye guhertin av kêm dibe. Rêgeha çem û rûbaran tê guhertin. Ji ber vê yekê ji îro û şûnde dê bendewariya Tirkiye ya enerjiyê zêde bibe. Ji bilî avê çavkaniyên enerjiya ba heye. Heta dawiya salê em dê ji enerjiya ba 7 hezar megavat hilberîna enerjiyê bi dest bixin. Potansiyela me 48 hezar megavat e. Di milê enerjiya rojê de jî em dî rêza pêş dene. Lê em ji sedî 1.5 bikar tînin. Niha ez enerjiya ba pêşniyar dikim. Le bi şertê ku darên hatin jêkirin deh qatên wan dar bên çandin û bên parastin. 
 
Li Tirkiye potansiyela enerjiyê nêzî 350 û 360 milyar kilovat saet e. Sala par Tirkiye 295 milyar kilovat saet enerjî xerç kir. Li Tirkiye çavkaniya rojê gelek zêde ye. Tirkiye 780 hezar kilometre ye. 12 hezar kilometrekare bê wezîfe û vala ye. Dema em li vê erda vala pergala enerjiya rojê dînin dê ev tesisên rojê potansiyelek mezin ava bike." 
 
HEMÛ ZEVIYÊN BI BEREKET DI BIN AVÊ DE MAYE
 
Turkyilmaz, anî ziman ku di sedsala 21'an de li ser Rûmanê Îkiz 22 heb HES'an ava dikin û wiha got: "Bi sedan salan welatiyan bax, rez û sewalên xwe ji ava van rûbaran av daye. Lê hûn niha dixin nava kutuyên betone û hepis dikin. Dema mirov diçe herêma Başûrê Rojhilat ji ber bendavan hemû zeviyên bi bereket tev winda dibin. Berjewendiyên gelê herêmê li ber çavan nayê girtin. Hemû ax û zeviyên bi bereket di bin avê de maye. Min bi çavên xwe dît. 
Li Aliaga li ser wargehên dîrokî tesîsên avê ava kirin. Li Heskifê tesîsan ava dikin. Li dijî dîrokê neheqiyek mezin e. Heman tişt li Mûnzûrê jî tê kirin. Dîsa li Goksu HES tên avakirin. Ji îro û şûnde destûra projeyên nû neyê girtin jî dê heta 2030-2035’an pêdiviya enerjiyê temîn bike. Berî her tiştî em enerjiya ceyranê vala xerç dikin. Divê berî her tiştî em li rêbazê ku çawa em enerjiyê bi bereket bikin bigerin. Ger ku îro enerjiya di destê me de ya xwe nû dike têr nekir wê demê em serî li enerjiya ba, roj û jeotermalê bidin. Ji ber vê yekê îro pêdiviya me bi enerjiya Nûkleerê tune ye. Dema deriyê santralên Hidrolikê vebin dê mirovên li jêra wê zerar bibînin. Dema qezayên Santralên Nukleerê pêk bên dê bajar, herêm, netew, xweza û hemû cîhan zerar bibîne. 
Tirkiye, dê di qada Santrala Nukeerê de bi derve ve bê girêdan. Di tekela teknolojiya Rus de Akkuyu, di tekelea teknolojiya Fransa û Japonya de Sinop û Trakya Îgneada û niha bi Çinî û Amerikayıyan re hevdîtin têk kirin. Ev enerjî dê ji bo me gelek buha bibe mal. Elektrîka ku îro bi Enerjiya nukleerê bê hilberîn dê 15 sal şûnde dê 12.4 Amerikan Centî be. Li gorî kûr  a îro 50 krş dike. Îro şîrketên li piyasê elektirîkê hildiberîne bi 18-20 krş ye. Hûn elektîrka ku li piyasê bi 20 kurişî bikirin çima hûn biçin bi 50 kurişî bikirin. Sibê dolar dê bibe 5 tl. Ev dê bêtir buha bibe û bêtir liser me bibe malekî giran.  Rûsya ji avakirina santralan pir hez dike. Bi vê yekê Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan. Niha di milê enerjiya derve de em ji 3 paran parek bi Rusya ve girêdayî ne." 
 
MA / Selami Aslan