Hewldana Jiyankirina Heskîfê: Dîrok li cihê xwe xweşik e

img
ÊLIH - Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ridvan Ayhan bi boneya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê bang li aktîvîstên xwezaparêz û ekolojîstan kir ku bên herêmê û got: “28’ê Nîsanê de em ê bidin nîşandan ku Heskîf li cihê xwe ye û hêj têkoşîna ji bo wê xelas nebûye. Dîrok li cihê xwe xweşik e.” 
 
Bi şev û roj dîroka 12 hezar sal a Heskîfa tê hilweşandin û hewl bidin di bin Bendava Ilisû de bê hiştin. Têkoşîna parastina ji bo Heskîf tune nebe didome. Li ser banga Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya, Hewldana Jiyankirina Heskîfê, Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na û Platforma Piştevaniya Sûrê dê di 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê çalakî bên lidarxistin. Bi vê wesîseleyê amadekariyên ji bo çalakiyan jî didomin. Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ridvan Ayhan têkildarî çalakiya 28’ê Nîsanê ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî.
 
'DÎROK LI CIHÊ XWE XWEŞIK E’ 
 
Ayhan bi bîr xist ku 28’ê Nîsanê dê bi awayek hemwext li 20 welatên cîhanê ji bo Heskîf û Sûrê dê çalakî bên lidarxistin û wiha got: “Ji bo dîroka hezarê salan a Sûr û Heskîfê çalakî tên li darxistin. Ne pêkan e em jî ji vê re bêdeng bimînin. Ji bo vê yekê me jî amadekariyê xwe kir û em ê jî li vir di 28’ê nîsanê de bi dengek bilind nerazîbûna xwe bînin ziman. Tenê ne liv ir, li tevahiya Ewropa dê çalakî bên lidarxistin. Em ê xwedî li dîroka xwe derbikevin. Berê dema mirov dihat Heskîfê dîrok, xweza, şaristanî, çand û netewan xwe dida nîşandan. Lê mixabin îro dema mirov tê Heskîfê tenê şantiyeya hilweşandina Heskîfê xuya dike. Tu kes wate nade vê înşatê. Ji bo vê yekê jî dîrok li cihê xwe xweşik e.” 
 
'EWLEHÎ NE BI BENDAVÊ BI AŞTIYÊ PÊKAN E’ 
 
Ayhan destnîşan kir ku projeyên li ser Heskîfê mîna raz diveşêrin û wiha dewam kir: “Dibêjin ku dê îsal bendav bikeve meriyete. Ji ber vê yekê bi lez û bez biryaran digirin û karê veguhezandinê dikin. Em ne li dijî restorasyonê ne, lê encax Heskîfê bi bombebarankirinê restore dikin. Divê ku li ser rêbaza parastina dîrokê restore bê kirin. Li şûna pereyê hûnê ji bendavê qezenc bikin, hûn dikarin deh qatê wê ji turîzma Heskîfê qezenc bikin. Tenê armanca wan ew e vir bê mirov bihêlin. Dê bi dehan qadê jiyanê di bin avê de bimînin. Dixwazin mirovan koçber bikin. Dê axa herî bixêr û ber di bin avê de bimîne. Çandinî, cotkarî û sewalkarî jî dê xelas bibe. Dê bi vê bendavê darbe li aboriya gelê herêmê bixin. Yej ji sedemê herî ber bi çav a çêkirina bendavê jî polîtîkaya ewlehiyê ye. Lê riya ewlehiya di avakirina aştî û demokrasiyê de derbas dibe.” 
 
Ayhan da zanîn ku di serdema OHAL’ê hilweşandina Heskîfê leztir kirin û ji bo Heskîf li şûna xwe bimîne û bê parastin lazim e deshtilatdarî bê guhertin. 
 
‘EV MIHRÎCANA HILWEŞANDINA HESKÎFÊ YE’ 
 
Ayhan “Hefteya Turîzmê” ya Walîtiya Êlihê ku li Heskîfê li dar xist nixand û got: “Ev mihrîcana hilweşandina Heskîfê ye.” 
 
Ayhan anî ziman ku ew hilweşandina Heskîfê qebûl nakin û got: “Dibe ku me heskîfiyan dîroka 12 sal, têr û tije ne parast, lê bila kes ji bîr neke ev der dîroka hemû şaristaniyan û mirovahiyê ye. Divê ku hemû sazî, komele, dezgeh û dîrokparêz û mirovahî xwedî li Heskîfê derbikeve.” 
 
BANG LI UNESCO KIR 
 
Ayhan bang li UNSECO’yê kir divê di serê ewil de ew xwedî derbiketiya û xwest ji bo çalakiya 28’ê Nîsanê ya Kurewî ya Heskîf û Sûrê her kes dakeve qadan û xwedî li van her du bajarên mîrateya hevpar a mirovahiyê derbikeve. 
 
LI BENDÊ YE TEMELLÎ JÎ BEŞDAR BIBE
 
Li bendê ye Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî jî beşdarî çalakiya 28’ê Nîsanê ya li Heskîfê bibe. 
 
MA / Metîn Yoksu