AMED - Ji Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku bi raporên ku li ser maseyê tên amadekirin xweza tê talankirin û ji bo pêşîgirtina li texrîbatan bal kişand se rgirîngiya rêxistinkirinê.
AKP, li Kurdistanê di bin navê "ewlehiyê" de bi çêkirina rê û bendavan ekolojiyê talan dike. Li Amedê li Geliyê Godernê ku di navbera Pasûr, Farqîn û Hezroyê de ye, dar tên birîn. Her wiha ji Çemê Dîcleyê li hêla Baxçeyên Hewselê jî ku di lîsteya UNESCO'yê de ye, xîç û qûm tê derxistin. Li gel vê tê xwestin ku qada daristanî ya li derdora Zanîngeha Dîcleyê jî têkeve ber îmarê.
Ji Komîsyona Hiqûqê ya Bajêr û Derdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan, qirkirina ekolojiyê û pêvajoyên darazê nirxandin.
Înan bilêv kir ku li Baxçeyên Hewselê dar tên birîn, ji peravên Çemê Dîcleyê qûm û xîç tên derxistin, tê xwestin qada daristanî ya Zanîngeha Dîcleyê têkeve ber îmarê, li Geliyê Godernê bi hinceta "ewlehiyê" dar tên birîn û li Robarê Sarimê tê xwestin HES bê çêkirin û ji bo vê rapora ÇED'ê hatiye dayîn. Înan van projeyan wekî projeyên "bêhiqûqî" nirxandin.
Înan destnîşan kir ku ji bo darên ku li Geliyê Godernê tên birîn Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê serî li dozgeriyê dane û got ku serlêdana wan bi neşopandinê bi dawî bûye. Înan diyar kir ku dozgeriyê ji wan re gotiye "Milkê xisûsî yê gel e. Dar bi destûr tên birîn." Înan got: "Halbûkî malê hevpar ê cemaweriyê ye. Jis edî 80-90'ê wan ne bi tapo ye."
Înan da zanîn ku ji bo projeya HES'ê ku tê payin li Hewzeya Robarê Sarimê bê çêkirin doza bealkirinê vekirine û got ku pêvajoya darazê li Dadgeha Îdare ya Herêmî didome. Înan diyar kir ku ji bo qîm û xîça ku ji peravê Çemê Dîcleyê tê derxistin jî serî li dozgeriyê dane û dê têkildarî qada daristanî ya Zanîngeha Dîcleyê jî pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
RAPORÊN LI SER MASEYÊ TÊN AMADEKIRIN
Înan destnîşan kir ku raporên ÇED'ê li Tirkiye û Kurdistanê li derî armancê tên amadekirin û got ku di dema amadekirina raporan de gelek faktor esas nayên girtin. Înan anî ziman ku di rapora ÇED'ê ya ji bo projeya HES'ê ya Hewzeya Sarimê ku di navbera Dara Hênê ya Çewligê û Licêya Amedê de ye têkildarî hebîtata herêmê tu tişt nehatiye nirxandin û got: "Komeleya Parastina Xwezayê ya Îngîltereyê, nameyek ji akademîsyenên Fakulteya Zanistên Avê ya Rîzeyî re şand. Raporek ji wan xwestin ku 'ka di Robarê Sarimê de Masiyê Çopvan ê Batmanê heye yan na?'Akademîsyenên Zanîngeha Rîzeyê hatin. Me ew birin herêmê. Lêkolîn kirin û ew masî hat tespîtkirin. ev masî, ji sê cure masiyan e ku li cîhanê herî zêde li wan tê gerîn. Lê belê di rapora ÇED'ê de der barê van masiyan de tiştek jî nehatiye gotin. Ne berjewendiyên xwezayê û gel, bi temamî li ser berjewendiyên şîrketên taybet tê sekinandin. Yanî tu hêleke wê ya zanistî tune ye. Ev rapor bi temamî li ser maseyan tên amadekirin."
Înan bilêv kir ku giliyên wan ên têkildarî qirkirina qezayê jî bi neşopandinê bi dawî dibin. Înan li dijî qirkirina xwezayê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê îşaret bi girîngiya rêxistinkirinê kir û got: "Metoda herî baş ku karibe encamekê bigire rêxistinbûyîn e."
MA / Welat Ekîn