STENBOL - Ekolojîst Gursucu diyar kir çekên kîmyewî li gel jiyana mirovan her wiha jiyana xwezayê jî tune dike û wiha got: “Dema mijara behsê xeberê bû Kurdistan, hemû kes xwe bêdeng dike. Ev pêvajo durûtiyê ranagire. Divê her kes bê şert ji şer re bibêje na.”
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dayîn destpêkirin didomin. Navenda Parastina Gel (NPG) di bîlançoya 16’ê mijdarê de ragihand ku dewleta tirk di nava 7 mehan de 2 hezar û 837 caran çekên kîmyewî bi kar anîne.
Ekolojîst û rojnameger Yûsûf Gursucu diyar kir ku çekên kîmyewî bi qasî mirovan, bandoreke giran li ekolojiyê jî dike û têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî axivî.
JIYAN TUNE DIBE
Gursucu, diyar kir ku destwerdan û şerê ku bi sala ye ji hêla hêzên emperyal ve li Rojhilata Navîn ve tê domandin niha di şexsê Sûriye û Iraqê de tê domandin û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê li ser erdnîgariya kurdan gefeke mezin e. Ev êriş ne tenê bandorê li jiyana mirovan dikin, her wiha jiyana xwezayî jî tune dikin. Mirov jî parçeyeke jiyana xwezayî ye lewma êrişên li dijî mirovan tê wateya êrişa li dijî nebat, sewal û xwezayê ye. Nehat eşkerekirin bê ka kîjan çekên kîmyewî tên bikaranîn. Lê niha çekên kîmyewî yên wisa li cîhanê hatine çêkirin ku di nava saetekê de mirovan dikuje. Li ser bertekan, DYA’yê di sala 1993’yan de hilberandina çekên kîmyewî daxist ji sedî 60’an. Lê piştre li ser erêkirina NATO’yê dîsa kete meriyetê.”
760 HEZAR TONÊN BOMBEYÊN GAZÊ
Bi domdarî Gursucu anî ziman ku di qonaxa ewil de li Tirkiye û welatên Ewropayê 760 hezar tonên bombeyên gazê û 28 hezar bombeyên di topên bi modineya 155 mm’an de tên bikaranîn, hatin bicihkirin. Diviyabû ev bombeye di bin kontrola NATO’yê de bihatina bikaranîn. Em nizanin ên ku li Tirkiyeyê hatine bicihkirin tên bikaranîn an na. Mekanîzmayeke ku vê lêkolîn bike tune ye. Ji ber ku Tirkiye endama Lijneya Îcrayê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYT) de cih digire. Lewma mimkin nîne ku bê lêkolînkirin."
BANDORA KÎMYEWÎ YA LI SER EKOLOJIYÊ
Di berdewamê de Gursucu anî ziman ku li deverên çekên kîmyewî lê tên bikaranîn texrîbatên mezin ên xwezayê çêdibin û wiha pê de çû: “Li gel jiyana mirovan, her wiha çîçek, nebat, dar, sewal û bi giştî xwezaya tê qirkirin. Yek ji mînakên vê ya herî girîng, Şerê Kendavê ye. Bi milyonan tonên kîmyewî li hawirdorê belav bûn. Li qeraxan tevahiya jiyanê hat tune bû. Ji wê rojê heta niha jî li wan derdoran jiyana ekolojîk û asayî nepêkan e. Mixabin bombeyên ji bo kuştina mirovan tên bikaranîn, bandorê li tevahiya zindiyan û hawirdorê dikin. Beravêtiyên kîmyewiyan dema demekî dirêj li ser axê ma, bandorê li hucreyên axê dike û dema tiştên li ser çêdibin tên xwarin jî derbasî laşê mirovan dibin. Heta demekî dirêj li van deveran çandinî nikare bê kirin. Ev jî yek ji astên herî xerab e.”
LIXWEMIKÛRHATINA AKAR A ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Gursucu, bi lêv kir ku bêdengiya li dijî êrişên dewleta tirk hêj didome û sedemên wê wiha parve kir: “Wezîrê Parastinê Hulusî Akar têkildarî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî got; ‘DYA jî dike.’ Bi vê gotinê li xwe mikûr hat ku bi kar tînin. Divê em vê mikûrhatinê bibînin. Tişta herî ecêb jî ew e ku Tirkiye endama Lijneya Îcara KSYT’ê ye. Peywira vê saziyê ew e ku venihêrtina çekên kîmyewî û bikaranîna wan bike. Lê dema ku endamên wan wiha bike, wê demê yên ku venihêrtinê bikin jî namînin. Li gorî min sedema bêdengiya hêzên navneteweyî ya ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve jî ev e.”
BANDORÊN SOSYOLOJÎK
Her wiha Gursucu got ku li gel qirkirina ekolojiyê, çekên kîmyewî her wiha avadaniya sosyolojîk jî diguherîne û wiha derbirî: “Komkujiya Helebçeyê yek ji van mînakan e. Zarok, bi çekên kîmyewî yên bêhan sêvê jê dihat hatin qetilkirin. Piştî vê komkujiyê, li vir êdî jiyaneke civakî çênebû. Gel koçber bû. Koçberiyê jî bi xwe re pirsgirêkên cuda anî. Lewma jî avadaniya sosyolojîk guherî. Dema mijara behsa xeberê bû xwezaya Kurdistanê, bêdengiyeke mezin çêdibe. Sedema vê jî dewlet e. Bêdengiya rêxistinên ekolojiyê ya li dijî êrişên ser xwezaya Kurdistanê nayê qebûlkirin. Heke nekarin ji vî şerî re bibêjin bes e, ji kerema xwe bila dev ji vî karî berdin. Ji ber ku ev rewş êdî durûtiyê ranake. Bi milyonên darên Kurdistanê tên qetilkirin, birîn û xwezaya wê bi qadên madenê tên tunekirin. Ev nayê qebûlkirin. Li gel tevgerên ekolojiyê yên li Tirkiyeyê, Greenpeace ku saziyeke navneteweyiye jî tiştek nekir. Vê jî nîşanî me da ku kesên pergal wêdetir dibînin ew jî bi tu awayî nas nabînin.”
ÊRIŞEKE LI DIJÎ JIYANA EKOLOJÎK E
Bi domdarî Gursucu got ku qadên ku çekên kîmyewî lê tên bikaranîn ji xweza û jiyana mirovan dûr nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Li deverên ku tê îdiakirina çekên kîmyewî lê tên bikaranîn, mirov dimirin, av jehrî dibe, bîr û bendav ziwa dibin. Heke tu bi kesê pê re şer dikî re rûnenî, ev tê wê wateyê ku tu şer dixwazî. Bi milyonan zindî li van qadan dijîn. Her wiha di êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi hezaran qad ziyan digihijê. Bi sedan mirov dibirin û texrîbatên ekolojîk çêdibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke xwezayî, ekolojîk, azadîxwaziya jinê û demokratîk tê birêxistinkirin. Anku êrişeke li dijî jiyana xwezayî û ekolojîk heye. Lewma jî divê em bi awayeke topyekûn li dijî vî şerî derkevin.”
MA / Esra Solîn Dal