Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin

img

ÎZMÎR - Jinên bi berxwedana 12 rojan çêkirina bîrên JES'ê yên li taxa Uzundereya Karabaglarê dan rawestandin, diyar kirin ku heta fikrên wan negirin dê li herêmê bizmar jî neyê lêdan û ev tişt gotin: "Ya rast têkoşîn nû dest pê dike."

Bi biryara Waliyê Îzmîrê li taxa Uzundereyê ya navçeya Karabaglara Îzmîrê, tê xwestin ku Santralên Jeotermalê (JES) bên avakirin. Lê şêniyên taxê li dijî JES'an maşîneyên kar ji herêmê derxistin. Piştre ji bo "Biryar bê rawestandin" serî li Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê dan. Şêniyên taxê diyar kirin ku santrala ku dixwazin ava bikin, zerarê dide dar, mirov û şêniyên taxê; ji bo xebata li qadê bidin rawestandin, kal û pîran, jin û zarokan, hemû kes her êvarê 12 rojan nobed girtin. Jinên ji têkoşînê re pêşengî kirin, der barê nobedê de agahî dan.
 
'EM Ê LI DIJÎ JES'AN RAWESTIN’
 
Melda Turkelî diyar kir ku 30 metre nêzî bîran darên zeytûnê hene û ev tişt got: "Gelê taxê bi zeytûn û sewalkariyê debara xwe dike. Santral hem di qada çandiniyê de û hem jî di warê qirêjkirina hewayê de dê taxê di zehmetiyê de bihêle. Heke ev bîrên JES'ê bên çêkirin dê li herêmê nexeşiyên wekî pençeşêr zêde bin. Ji bo parastina xweza û jiyanê em ê li dijî JES'an rawestin."
 
Turkelî destnîşan kir ku her çendî li taxa wan bîrên JES'ê hatibin rawestandin, li gelek deverên din yên nû hatine avakirin û wiha got: "Divê berî her tiştî edalet pêk bê. Baweriya me bi edalet û qanûnan nayê. Termalên li Balçovayê hatin çêkirin û JES'ên tên xwestin li taxa me bên çêkirin, me li gelek deveran anî ziman. Termalên li Balçovayê ji ber ku li nêzî ser rûyê erdê ye, zêdetir zerarê dide axê. Li Balçovayê zerarên di avê de êdî tên dîtin."
 
'FIKRÊN ME NEGIRIN DÊ NIKARIBIN ÇÊKIN'
 
Meryem Evrîm Çetîn Çamlikur jî da zanîn ku têkoşîna li dijî bîrên JES'ê hêj bi giştî nehatiye qezenckirin û wiha pê de çû: "Ji Tebaxa 2017'an vir ve tê xwestin ku 14 bîrên JES'ê bên vekirin. Herî dawî di saetên şevê de xwestin bîran vekin. Li dijî vê doz hatin vekirin. Piştî gel pê hisiya 12 rojan nobed hat girtin. Nobeda li ser medyaya civakî belav bû, agahiya walî jî pê çêbû. Piştî berxwedan hat bihîstin, hemû sazî û rojnameyan serî li me dan."
 
'PÊVAJO DÊ NÛ DEST PÊ BIKE'
 
Çamlikur got ku pêvajo nû dest pê dike, heke rapora ÇED'ê bi şêweyekê bê standin, dê jin, zarok, kal û pîr nobedê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mijar ne tenê bîrên JES'ê ne. Em dibêjin fabrîqeya sergo, lê wekî tesîsa bermahiyan derbas dibe. Dê heyeta pêzan bê. Me wekî hemû şêniyên taxê aşkera kir ku em fabrîqeya sergo naxwazin. Ev der gundê me yê 300 salî ye."
 
Çamlikur, bi lêv kir ku dema tiştek biqewime, ji ber xwe gelê taxê li hev kom dibe û rêxistinbûneke bi xwezayî heye û wiha got: "Em dixwazin nivşên nû jî li vir bikaribin bijîn. Dixwazin me ji taxê derxin. Wer tê fêmkirin ev der di çavê mitehîtan de ye. Li vir fûar çêkirin, em gelekî nêzê balafirgeh û rêya bejahî ya Çeşmeyê ne. Mînak Alaçati niha mehû kirin. Îhtimalek mezin mitehîtan bi berdêla pereyên mezin, Uzundere kirin qurban." Çamlikur da zanîn ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û dê li ber xwe bidin.
 
MA / Ayşe Surme – Rûken Demîr