Komeleya Xwezayê: Bi hincetên 'ewlehiyê' em nikarin tespîtên texrîbatê bikin

img

ÎZMÎR - Koordînatora Komeleya Xwezayê Dîcle Tuba Kiliç, bal kişand ser texrîbata xwezayê ya li Tirkiyeyê, aşkera kir ku ew xebatên li herêmê ji ber hincetên wekî "ewlehiyê" nikarin bikin û ji ber wê texrîbata xwezayê tespît nekirine.

Komeleya Xwezayê ya li dijî talana xwe têkoşînê dide, ji sala 200'yan vir ve bi hezaran endamên xwe yên dildar re xebateke bêhempa dimeşîne û parastina xwezayê dike. Komeleya ji çar aliyê Tirkiyeyê xwendekar, lêkolîner, hunermend, gerok, çavdêr û hwd. tê de cih digirin, li dijî talana ekolojiyê li her derê xebatên xwe dimeşînin. Koordînatora Giştî ya Komeleya Xwezayê Dîcle Tuba Kiliç û Koorînatorê Bernameya Parastina Komeleya Xwezayê Itrî Levent Erkol der barê têkoşîna li dijî talana xwezayê de agahî dan.
 
‘ME LI DIJÎ HES'AN TÊKOŞÎN DA DESTPÊKIRIN’
 
Koordînatora Giştî ya Komeleya Xwezayê Dîcle Tuba Kiliç, destnîşan kir ku roja ku komeleya wan ava bûye, destpêkê ji bo cureyên zindî xebatên teknîkî bi ekîbekê re meşandine û ev tişt got: "Bi taybetî bi polîtîkaya bendav û projeyên avê re, li Tirkiyeyê gelek cureyên zindiyan tune bûn. Piştî sala 2006'an bi taybetî xebatên me yên der barê polîtîkaya avê ya Tirkiyeyê de derketin pêş. Kampanyaya bila Heskîf tune nebe, yek ji van kampanyayan bû. Li Gola Burdurê ya rojavayê Deryaya Spî, Çemê Gedîzê yê Îzmîrê xebatên me ne."
 
Kiliç diyar kir ku xebata ku ew dimeşînin piştî demekê ji karekî teknîkî derdixin, bi hunermend, akademîsyen, rewşenbîr û bi gel toreke têkoşînê ava dikin û gelek kesayetî jî piştgiriyê didin wan.
 
'EM DIXWAZIN PÊŞÎ LI TALANÊ BIGIRIN’
 
Kiliç anî ziman di vê navberê de têkoşîna hiqûqî jî didin û wiha pê de çû: "Komeleya me li Tirkiyeyê bingeheke parastina xwezayê girtiye û bûye tevgerekê. Em bi pêvajoya Nirxandina Tekîka Derûdorê (ÇED) re têkoşînê dimeşînin. Bi nivîsên fermî têkoşînên hiqûqî dimeşînin û têkoşîna hiqûqî ne hêsan e. Dema hûn îro dozekê vekin, divê hûn der barê hemû mewzûetên neteweyî de xwedî agahiyan bin. Ji bo vê divê di destê we de daneyên cidî hebin. Em dixwazin bi daneyên ku tu carî têkoşîna me ya zanyariyê înkar neke, pêşî li talana xwezayê bigirin."
 
‘JI BO ARMANCA HEVPAR TÊKOŞÎN DIVÊ’
 
Kiliç anî ziman ku bi hincetên "ewlehiyê" xebatên wanên li Kurdistanê tên astengkirin, ji ber wê wan li gelek herêmên Kurdistanê texrîbata ekolojîk tespît nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gelek bajarên Tirkiyeyê pirsgirêka HES'ê heye. Li her bajarî pirsgirêkên HES'ê hene. Ya rast a niha ji bo pêşî li talana xwezayê bê, têkoşîn tê dayîn û ji bo em tune nebin hatina gel hev divê."
 
‘EM ÇAND, KILAM Û ÇÎROKÊN WAN DIPARÊZIN’
 
Koorînatorê Bernameya Parastina Komeleya Xwezayê Itrî Levent Erkol jî derbirî ku ne tenê xwezayê, mafên jin, zarok û LGBT'iyan jî diparêzin. Erkol, bi lêv kir ku kesên komkujiyên li dijî jinan bi pêş dixin û kesên bendavan ava dikin hişmendiya wan yek e û ev nirxandin kir: "Heta em ji xwezayê fêm nekin, çanda xwezayê nedin fêmkirin em ê tu tiştî fêm nekin û nikaribin biparêzin. Emê dixwazin bi çand, kilam û çîrokan re xwezayê biparêzin."
 
‘EM BI TUENBÛNEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ NE’
 
Erkol anî ziman ku bi qanûna torbeyî û mewzûeta di şevekê de guherî re, talana xwezayê zêde bûye û ev tişt anî ziman: "Parkên neteweyî, qaşo ev tên parastin, li van deran lêgerîna petrolê êdî serbest e. Bi lez xweza tê tunekirin. Em li dijî van tiştan hemûyan têdikoşin."