Plaja yek ji nerxên cîhanê di nava zibil de maye

img

HATAY - Plaja Samandagê ya yek ji 15 plajên herî bi nirx û dirêj ên cîhanê ye, di nava zibil de maye. Şaredarî li hemberî dîmenên heyî dengê xwe dernaxwe. Welatî û derdorparêzên navçeyê jî dixwazin demildest tedbîrên lezgîn bên girtin. 

Plaja 14 kîlometere ya Samandag a navçeya Hatayê ku yek ji du plajên mezin ên Tirkiyeyê û di lîsteya 15’emîn a plajên herî binirx û dirêj ên cîhanê de cih digire, dinava zibalê de maye. Kesên plaja dikeve navbera çiyayên Kel û Amanosê de, dibîn in heyran dibin. Lê plaja yek ji plajên herî binirx ê cîhane, weke ku terkî qedera wê hatibe kirin. 
 
Ev plaj ligel ku dikeve qada xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin CHP’ê ya Hatayê jî, ji bo wê tu xebat nayên kirin. Qada Çemê Asî ber bi behrê ve diherike jî, veguheriye sergoyê. Welatî û masîgirên ji vê rewşê nerehetin dixwazin plaj bê paqijkirin.  
 
'DIVÊ TEDBÎRÊN LEZGÎN BÊN GIRTIN'
 
Arkeolok û derdorparêz Hasan Aşkar bertek nîşanî vê rewşê da û wiha axivî: “Zibaleya di Çemî Asî de kom bûyî, diherike behrê. Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ji vê rewşê berpirsiyare. Divê çem bê paqijkirin. Ev zibale berî bigihe vê derê divê bê paqijkirin. Divê şaredarî û rayedar tedbîrên baş bigirin. Divê demildest zibalên li ser perav kom bûyîn, bên paqijkirin û kom kirin. Gava ev zibal neyên paqij kirin, dê bahewaya xwezayê têk diçe.  Ji xîzê zêdetir, qada ku bûye çirav û amûrên ku di avê de nahelin, plajê vediguherînin sergoyê. Ji ber vê  divê bi lezgînî tedbîr bên girtin û plaj bê paqijkirin.