Ekolojîst Çirak: Ji ber qrêjiya hewa her sal 32 hezar û 500 mirov dimirin

img

ÎZMÎR - Ekolojîst Erol Çirak, diyar kir ku li Tirkiye ji ber qirêjiya hewayê her sal 32 hezar û 500 mirov jiyana xwe ji dest didin. 

Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) rapora meha çile ya qirêjiya hewayê aşkere kir. TMMOB'ê diyar kir ku di sala 2017'an de tenê li 6 bajaran hewa li gorî stantardan derket. TMMOB'ê da zanîn ku li bajarên Stenbol, Enqere, Edene, Amasya û Manisa hewaya bajaran herî qirêj derket. 
Li gorî daneyên Wezareta Bajarvanî û Derdorê û Tora Şopandina Qalîteya Hewaye ya Neteweyi, hewaya Îzmirê li gorî sala barê ketiye bin asta "Bê tenduristiyê" û ketiye rêjeya "hesas"ê. 
 
Têkildarî rewşa qirêjiya hewayê Ekolojist Erol Çirak, diyar kir ku qirêjiya hewayê sal bi sal bêtir bandorek neyînî li ser jiyan û tenduristiya mirovan dike û wiha got: "Zêdebûna pîşesaziyê yek ji bandorên neyinî yên sereke yên qirêjbûna hewayê ye. Dîsa trafik û komira bê qalîte bandora neyînî li ser hewayê dikin. Li  gorî lêkolîna li ser Îzmierê; nava bajar li gorî peravên deryayê bêtir qirêj e. Li Herêma Alîaga ku yek ji Herêma Pîşesaziya giran e 4 demsal hewa qirêj e. Li vê herêmê qirêjiya hewayê li gorî salên din bêtir e. " 
 
'HER SAL 32 HEZAR MIROV JI BER QRÊJIYA HEWAYÊ DIMIRIN'
 
Çirak, anî ziman ku avahiyên bilind bandorê li ser qirêjiya hewayê dikin û destûr nadin ku bajar nefes bistîne. Çirak, da zanîn ku hewaya qirêji bi xwe re civaka bê tenduristî jî ava dike. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê di sala 2017'an de nêzî 32 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ev bûyerek pir  mezin e. Li welatê ku nifûsa wî 80 milyon e, 32 hezar mirov ji ber qirêjiya hewayê jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê girîng e ku polîtîkayên bajarvaniyê têxin plana sereke. Divê mirov qirêjiya hewayê serguh neke. Li Derya Reş piştî bûyera Çernobîlê, mirov seqet ji dayik bûn. Çernobil facîba bû. Ji ber tedbîr nehatin girtin ev facîa pêk hat. Ji ber tedbîr nehatin girtin av, ax û hewa qirêj kir. Ji ber wê faciayê bi hezaran mirov mirin. Bi hezaran mirov seqet ji dayik bûn. Divê mirov serser nêzîk nebe."