Gola Wanê tê qirêjkirin

img

WAN - Piştî ku ava Gola Wanê kêm bû, qirijiya wê jî berçav bû. Ekolojîstan destnîşan kirin ku bi bermayiyên kîmyewî qirêjî zêdetir dibe.

Li Wanê piştî dinya sar bû, qirêjiya hewayî jî zêde bû. Nexasim jî danê êvarî ezmanên bajêr reş dibe. Ji xeynî vê Gola Wanê jî qirêjî bûye û bêhn dide. Bermayiyên bêyî ku bên dawerivandin daxilî nav golê dibin, golê qirêj dikin. 
Ekolojîstan, bal kişand ser qirêjiya li bajêr û tevdîrên ku divê bên girtin. 
 
DAWERIVANDIN
 
Serokê Komeleya Parastina Hawirdor û Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik, anî ziman ku gola bajêr bi avê xwe goleke taybet e, lê belê baş sûd jê nayê girtin. Kalçik, destnîşan kir ku sedema vê jî qirêjî û avahiyên li derdora golê ne. Kalçik, bilêv kir ku bermayiyên malan û qenalîzasyonan hemû tevli golê dibin û ev jî dibe sedema vilçoqê. Kalçik got: "Nêzî 100 çem û robar tevli Gola Wanê dibin. Ji vana hin jê di nav taxan re derbas dibin. Mesela gava li ber golan pergala goreyî an jî bend bên çêkirin, dê pêşî li ber vê bê girtin. Her wiha teqez divê ev cobar bên îslehkirin û pergalên dawerivandinê bên çêkirin." 
 
BANDORA WÊ YA LI MASIYAN 
 
Kalçik, destnîşan kir ku piştî qeyûm tayinî şaredariyê hatiye kirin qirêjî zêdetir bûye. Kalçik, anî ziman ku peywira sereke ya rayedaran çêkirina pergalên dawerivandinê ye, lê belê rayedara vê peywira xwe bi cî naynin. Kalçik, diyar kir ku qamirgehên ku dawerivandineke xwezayî dikin, hatine tunekirin û ev jî qirêjiyê zêdetir dike. 
 
Kalçik, destnîşan kir ku qirêjî bandoreke pir nebaş li eko-sîstema golê dike û got: "Xwedî ekosîstemeke masiyê Wanê ye. Ev masî jî bandorê ji demrankirina peravan digire. Ji ber ku di dema zêdebûnê de ji bo masiyan ava şîrîn girîng e. Lê wexta kêm be eko-sîstem xera dibe. Heger dest endin xwezayê û wê bi tenê bihêlin, wê xwe bi xwe çareya xwe bibîne." 
 
Her wiha Kalçik bal kişand ser germbûna kûrewî jî û destnîşan kir ku di pêş de dê bi awayekî zêde pirsgirêka avê rû bide.
 
BERMAYIYÊN KÎMYEWΠ
 
Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Wanê ya HDP'ê Îdrîs Polat jî destnîşan kir ku sedema qirêjê, ne îslehkirina cobarên tevli golê dibin. Polat, diyar kir ku bermayiyên malî û qenalîzasyon tevli golê dibin û pergala dawerivandinê jî bi hinceta maliyeta wê zêde ye bi kapasîteyeke ji sedî 25 tê şixulandin. Polat, destnîşan kir ku ev kapasîte têra paqijkirina golê nake, lewma divê pergaleke dawerivandinê ya baş bê çêkirin. 
 
Polat, anî ziman ku bermayiyên kîmyewî jî golê qirêj dikin û got: "Atolyeyên li qeraxa golê hatine çêkirin, bermayiyên wan giş tevli golê dibin. Ev bermayî jî kîmyewî ne û golê qirêjîî dikin. Ev kargehên ku bermahiyên xwe davêjin golê divê yeko yeko bên etspîtkirin û ceza li wan bê birîn. Her wiha cobarên ku nayên îslehkirin jî oksîjenê diqedînin. Ev yek bandorê li jiyana candarên avî dike û zirareke mezin dide masîvaniyê." 
 
Polat, destnîşan kir ku bi îslehkirinê dê pêşî li ber vê qirêjiyê bê girtin û xwest li pêşiya cobaran bend bên çêkirin. 
 
QIRÊJÎ
 
Polat, bal kişand ser qirêjiya hewaya bajêr jî û destnîşan kir ku sedema herî girîng a vê yekê jî gelek fabrîke emîsyonên karbonî bi kar tînin. Polat, bilêv kir ku komira ku di bin navê "alîkariyê" de tê belavkirin jî hewaya bajêr qirêj dike, ji lewra karbona di vê komirê de ji yên din zêdetir e. Polat, diyar kir ku nexasim jî danê êvarî airêjiya li bajêr berçav dibe û got: "Ev jî nexweşînê zêde dike. Demildest divê komira tê belavkirin bi komira ku kaloriya wê zêdetir re, bê guherandin." 
 
Polat, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber qirêjiya hewayê bê girtin divê tesîs fîltreyan bi kar bînin û ji xeynî vê divê gelek dar bên çandin. 
 
MA / Tolga Guney - Ozlem Yayan