Gundî li ber kana madenê rabûn

img
DERSIM - Gundiyan bertek nîşanî rayedarên şîrketa ku ji bo kana madenê dixwazin li navçeya Çemîşgezekê sondajê bikolin da û bi rê girtinê nehiştin makîneyên kar bikevin qada madenê.
 
Gundiyan bertek nîşanî kana madenê ya ku tê xwestin li herema Hidiroz-Sekatir û Merek a girêdayî gundê Ekîrek a bi ser navçeya Çemîşgezek a Dersimê tê avakirin da. Rayedarên firmaya Gokalp Maden ên ku tê îdiakirin rûhsata wan a madenê vekirinê nîne, ji bo kolana sondajê di saetên serê sibê de bi makînayên kar ketin heremê. Gundiyên ku pê hesiyan rayedarên fîrmayê hatine heremê, kombûn û bi rê girtinê nehiştin makîneyên kar bikevin qada madenê. Gundiyan, diyar kirin ku wê rê nedin ku maden were avakirin û çalakiya xwe ya şermezarkirinê didomînin.
 
Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) û Lijneya Parastina Mûnzûrê derbarê kana madenê û bertekên gundiyan de daxuyaniyeke hevpar weşand.
 
‘DESTHILATDARÎ RANTÊ DI HILBIJÊRE’
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji Tirkiyeyê her roj agahiyên talankirina xwezayê tên û wiha hat gotin: “Niha li herêma Hidiroz-Sekatir û Merek a girêdayî gundê Ekîrek yê navçeya Çemîşgezek a Dersimê dixwazin xebatên madenê bidin destpêkirin. Piştî ku gundiyan bi traktorên xwe rê girtin û bûn asteng, hêzên ewlehiyê hatine herêmê û xwestine gundiyan qanih bikin. Rayedar û kesên berpirsyar şûna ku projeyên madenê betal bikin, bi hêza desthilatdariyê riya rantê tercîh dikin.”
 
BANGA BERXWEDANÊ 
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê hemû projeyên HES, maden û bendavan bên sekinandin. Em li rex gundiyên Ekîrekê ne û her kesî vedixwînin ku li rex vê berxwedana mafdar bisekinin.”