Tolûnay: Ji ber qezenca karê hewzeyên avê tune dibin

img

STENBOL - Li Stenbolê li gor par rêjeya tijebûna bendavê ji sedî 36'an kêm bû, bû ji sedî 19.79. Hîndekarê Fakulteya Daristanê ya Zanîngeha Stenbolê Doganay Tolûnay, anî ziman ku Stenbol bi xetereya ziwabûnê re rûbirû ye û ji ber avahiyên sermayeyê hewzên avê tune bûne. 

Ji ber qezenca zêde ya pergala sermayekar a kapîtalîst, ekolojî bi texrîbateke mezin re rû bi rû maye. Ev texrîbat dibe sedema karesatên mezin. Ji ber vê li Tirkiyeyê jî meseleya avê rû daye. Li gor daneyên Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Stenbolê (ÎSKÎ), bendavên ku di Çileya 2020'an de rêjeya wan a tijebûnê ji sedî 36 bû, niha ji sedî 19.79 e. 
 
Hîndekarê Fakulteya Daristanê ya Zanîngeha Stenbolê Doganay Tolûnay, mijara navbirî nirxand. 
 
4 MILYAR METREKUP AV JI BO SANTRALÊN TERMÎKÊ 
 
Tolûnay, da zanîn ku di sala 2020'an de berf, baran û terez ji sedî 13 kêm bûne û piştî salên dûr û dirêj cara ewil e ku ava bendavan ev qasî hindik bûye. Tolûnay, daneyên sala 2020'an ên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê parve kirine û destnîşan kir ku serê metrekareyê 500 mîlîmetre dikeve, lê diviyabû 574 mîlîmetre bûna. 
 
Tolûnay, bilêv kir ku ziwabûn tenê ne ji ber krîza avhewayê ye û got: "Ligel guherîna avhewayê, bi awayekî şaş bikaranîna erdan, di warê avadaniya erdan de neberbelavbûna rêbazên modern, çandiniyeke ne li gor şertên avhewayê, saziyên pîşesaziyê yên avê pir xerc dikin ên wekî santralên termîkê, bajarên bêplansazî ku wekî obezan mezin dibin û sektora madenvaniyê. Lı Stenbolê meseleyek din jî, havîna 2020'an rêjeya tijebûna bendavan ji sedî 67 bû. Li welatê me salê 60 milyar metrekup ava behrê tê bikaranîn. 4 milyar metrekupê vê avê aydê santralên termîkê ye." 
 
XETEREYA ZIWABÛNÊ 
 
Tolûnay, bal kişand ser qirêjbûna çavkaniyên avê jî û destnîşan kir ku li bajarên mezin ên wekî Stenbolê gelek çavkaniyên avê ji ber qirêjbûnê tune dibin. Tolûnay, bilêv kir ku avahiyên ku şîrket ji bo qezenceke zêde çêdikin, her diçe hewzeyên ava vexwarinê beton dikin û got: "Li Stenbolê, bi projeyên megayî hewzeyên avê hatin tengkirin. Bi Qenal Stenbolê re bendava Sazlidereyê jî hindik maye tune bibe ku ava vê bendavê têra 500 hear kesî dike. Heger di zivistan û biharê de berf û baranek baş neyê, dê sala 2021'ê ziwa derbas bibe û rewş xirabtir bibe." 
 
QUTKIRINA AVÊ NE ÇARE YE 
 
Tolûnay, bilêv kir ku qutkirina avê dê meseleyê hel neke. Tolûnay, destnîşan kir ku berî ku asta krîtîk rû bide, divê di warê bikaranîna avê de gel bihata serwextkirin, lê belê di vê de jî dereng man. 
 
DIVÊ DEV JI SANTRALÊN TERMÎK BÊ BERDAN 
 
Tolûnay, destnîşan kir ku dev ji santralên termîk û betonkirinê bê berdan. Tolûnay, anî ziman ku heger talankirina xwezayê bi dawî bibe hem dê bikaranîna avê kêm bibe hem jî dê qirêjiya hewayê û gazên serayê jî kêm bibe. Tolûnay got: "Ji bo pêşî li ber qirêjiya avê bê girtin, divê bermayiyên malê cardin bên bikaranîn, avdanî divê bi ava baranê bê kirin." 
 
ENCAMÊN JI BER ZIWABÛNÊ 
 
Tolûnay, diyar kir ku Stenbol bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye û got: "Ev rewş ji bo tevahiya welêt derbasdar e. Heta em dikarin bibêjin dê berf jî kêm bibare û wê herikîna çem û robaran jîî sist bibe. Ji ber ziwabûnê û kêmbûna avê, bidestxistina ava vexwarinê jî wê zehmet bibe û ev yek dê bandorê li çandiniyê jî bike. Yanî wê bi kêmbûna avê re krîza zexîre jî rû bide. Tenê ne mirov, dê hemû candar bandorê ji krîzê bigirin." 
 
Her wiha Tolûnayê, anî ziman ku li malan jî divê ji bo ava baranê depo bên çêkirin û bi vê avê baxçe û deverên bi vî rengî bên avdan. 
 
Tolûnay, herî dawî destnîşan kir ku krîza avhewayê yek ji pirsgirêkên herî girîng a Tirkiyeyê ye û lewma tenê ne îqtidar divê her kes wê têxe rojeva xwe. 
 
MA / Berfîn Karaman