Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye

img

STENBOL - Rojnameger Yusuf Gurcusû diyar kir ku Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye û got: "Tenê çareseriyek heye. Ew jî divê nêzikatiyek sosyalist li ser cîhanê bê serwerkirin." 

Li cîhanê her ku diçe qeyrana avhewayê kûr dibe. Tirkiye jî di navde 175 welatan di 22'ê Nîsana 2016’an de li New Yorkê Merasima îmzeyan a Asta Bilind li dar dixistin û Peymana  Parisê îmze kirin. Welatên ku ev peyman îmze kirin, ferz kirin ku vê peymanê li meclîsê derbas bikin. Lê Tirkiye ev şert pêk neanî û ev biryar li meclîsê derbas nekir. Piştî 2020'an li Tirkiye û cihanê talûkeyên avhewayê her ku diçe mezin dibe. Ekolojîst diparêzin ku ev peyman ji bo çareseriyê nabe bersîv. Têkildarî mijarê û peymanê Rojnameger Yusuf Gursucû nirxandin kir. 
 
QEYRANA EKOLOJÎK 
 
Gurcusû, anî ziman ku germahiya kurevî ji ber hilberîna zêde ya kapitalizm zorê lê dike ye û wiha got: "Di zîrveyên avhewayê yên li cîhanê tên kirin de tenê germahiya kurevî tê destgirtin. Biryarên ku di zîrveyên avhewayê de tên girtin, li gorî têkiliyên hilberîna kapitalist û hilberîna enerjiyê tên girtin. Dibêjin eger di enerjiyê de veguhertin hebe, dê germahiya kurevî ji holê rabe. Lê ev ne rast e. Beriya Peymana Parîsê divê li peymana Kyoto bê nerîn. Biryarên li Kyoto hatin stendin girîng in. Piştî Peymana  Kyoto dest bi bazirganiya karbonê kirin. Bi vê bazirganiyê yên pereyên wan hebû serbest hewa qirêj kirin. hewa paqij kirin amûrê meta bazirganiyê. Ewil baca karbonê ji sotemeniyê girtin û welatî şelihandin. Armanca bacê “Enerjiya alternatif" kirin çavkaniya finansmanê. Bi  van gavan welatî bêtir xizan kirin. Bi bacê ji gel distînin, sermayeyê mezin dikin. Ji bo demekê santralên termîkê girtin. Dîsa kota tatînin ser belavkirina karbonê. Ev yek ji bo Tirkiye û 6 welatên din erênî ye. 
 
AVÊ DIKIN AMÛRÊ BAZIRGANIYÊ
 
Gurcusû, da zanîn ku bêavî û zuhabûn, nikare şertên kapitalizmê rawestîne û wiha axivî: "‘Pêşnûmeya Zagona Avê ku Rêxistinên civakî jî piştgiriyê dide û îqtîdar dê wê di demek nêzîk de bîne meclîsê. Rêxistinên Civakî ên Sivîl, Dîrektifa Derdor û Avê ya Yekîtiya Ewropa esas digirin û dixwazin Zagona Avê bê amadekirin. Di pêşnûnayê de ne ji bo av hebûna xwe berdewam bike ye. Ne ji bo av hebûna xwe ya xwezayî berdewam bike ye. Ji bo pêdiviyên kapitalizmê ev zagon tê amadekirin. Li gorî Dîrektifa Derdor û Avê yên qirêj bikin dê pere bidin. Yên pere xerç bikin dê bidin. Ev yek avê bi temamî dike malê bazirganiyê. Yên ku pereyên wan hebe diktarin ji avê sûdê bigirin. Yên pereyên wan tune be nikarin ji avê sûdê bigirin. Ev yek bu tu awayî nayê qebûlkirin. 
 
PEYMANA PARÎSÊ NE ÇARESERÎ YE 
 
Gurcusû, da zanîn ku Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye û got: "Tenê çareseriyek heye. Ew jî divê nêzikatiyek sosyalist li ser cîhanê bê serwerkirin." 
 
MA / Kadîr Guney