Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê

img

ÊLIH – Huseyîn Akil ê ekolojîst diyar kir ku projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê tê xwestin were çêkirin ji sedî 70’ê dikeve sînorê Amedê û biryara Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê girtiye nederbasdar e û ji bo betalkirina projeyê dê serî li dadgehê bidin.  

 
Li ser Çemê Zorê ango Geliyê Zorê yê di navbera gundê Herîvê ya bi ser navçeya Sasona Êlihê û gundê Xweşika ya girêdayî navçeya Pasûra Amedê de cih digire, tê xwestin projeya Santrala Hîdroelektrîk (HES) were çêkirin. Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê derbarê çêkirina projeya vê HES’ê de biryar girtiye. Ev biryar bo darazê tê veguheztin. Huseyîn Akil ê aktîvîstê kolojiyê ku ji roja ewil ve li dijî vê projeyê ye diyar kir ku ji bo proje were sekinandin dê di nava hewldanan de bin û qada HES lê tê çêkirin ji sedî 70’ê wê dikeve sînorê bajarê Amedê. 
 
Akil destnîşan kir ku gundê Şêxhemza girêdayî Pasûrê û 10 mezrayên girêdayî vî gundî dikevin bin projeya HES’ê û ji ber vê yekê jî erka biryargirtinê aydê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. 
 
ÎMZE HATINE BERHEVKIRIN 
 
Akil anî ziman ku li gel erka biryargirtinê li Amedê ye jî lê belê bi fermana Waliyê Êlihê Hulusî Şahîn biryara hatiye girtin nederbasdar e û di serî Şirketa Lîmîted a Hilberana Enerjiyê ya Maya û her kesê di nava vê projeyê de sûc dikin. Akild da zanîn ku ji bo betalkirina projeyê gundiyan bi ser hezar îmzeyî berhev kirine û îtîrazî projeyê dikin û ev proje ji bilî talana ekolojîk û aborî tu tiştek din bi xwe re nayne. 
 
LI SASONÊ 4 HES HENE 
 
Akil destnîşan kir ku hatibû xwestin ev herêm di sala 2010’an de di bin avê de were hiştin lê li ser berxwedana gundiyan paş de gav hatibû avêtin û wiha got: “Li Sasonê 4 heb projeyên HES’ê hene. Dixwazin yek din jî çê bikin. Wê sê heb mezrayên me bi temamî di bin avê de bimînin. Ev dever eraziyên bixêrûbereket ên çandiniyê ne. Debara xelkê vê deverê bi sewalan e. Tenê li mezrayekê 5 heb çewlig hene. Heke ev proje pêk were wê çandinî û sewalkarî di bin avê de bimîne.” 
 
RÊ DI BIN AVÊ DE DIMÎNE 
 
Akil anî ziman ku heke projeya HES’ê bikeve dewrê dê rêya Mûş û Amedê jî di bin avê de bimîne û wiha got: “Axa welatiyan jî dabeş du cihan dibe. Ji bo gundî biçin ser ax û zeviyên xwe neçarin bi kîlometreyan rê bimeşin. Jixwe ev rê nû hatiye çêkirin. Pira ku bi trîlyonan pere û rêya nû hatiye çêkirin wê di bin avê de bimîne. Her wiha wê gundî di çûnehatê de bikevin nava tengasiyên mezin. Ewqas tişt ji bo vê şîrketê tê kirin, aqilê meriv nagire. Bila proje demildest were betalkirin.” 
 
‘EM Ê VÊ PROJEYÊ VEGUHEZÎNIN DADGEHÊ’ 
 
Akil destnîşan kir ku ew û gundiyan bi hev re îtîrazî biryara ji bo projeyê hatiye girtin bikin û ev proje li dijî xala 56’emîn a Destûra Bingehîn e û got: “Bi HES’ê re wê tiştek bi navê hawîrdorê nemîne. Ji ber vê yekê jî em dixwazin proje were betalkirin. Em ê wek gundî, rêxistinên hawîrdorê, akîtîvîstên ekolojiyê  serî li hemû rêyên yasayî bidin. Ji sedî 70’ê vê projeyê dikeve sînorê Amedê. Divê ku biryara projeyek wiha ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve pejirandin lê bes Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê vê projeyê pejirandiye. Em û gundiyan xwe amade dikin ku serî li dadgehê bidin.” 
 
MA / Fethî Balaman